EWROPA
Hemû Nûçe
-
Ji bo 'Rêwîtiya Azadiyê' ya li Elmanyayê banga tevlîbûnê
Şervan Wan ê endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) ji bo meşa ‘Rêwîtiya Azadiyê’ ya ku wê li bajarê Mannheîm ê Elmanyayê destpê bike, banga tevlîbûnê kir. -
Roja ewil ya Meşa Azadiyê bi dawî bû
Roja ewil a Meşa Dirêj a 25 rojan a ji Parîsa paytexta Fransayê ber bi Strasboûrgê ku saziyên Yekîtiya Ewropayê lê ne, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li Rue La Fayette-Natîon bi dawî bû. -
Kurdistaniyên li Cenevreyê li dijî êrîşên dagirkeriyê meşiyan
Kurdistaniyên li Cenevreyê li dijî dagirkerî û êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk meşeke girseyî li dar xistin. Di meşê debêdengiya dewlet û saziyên navneteweyî hatin şermezarkirin. -
TCŞ’ê banga seferberiya berxwedanê li ciwanên Kurdistanê kir
Navenda Rêveberiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) ên Ewropayê, li hember êrîşên dagirker ên dewleta Tirk banga seferberiya berxwedanê li ciwanên Kurdistanê kir. -
Meşa dirêj a ji Parîsê heta Strasboûrgê dest pê kir
Meşa dirêj a 25 rojan ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji paytexta Fransa Parîsê heta Strasboûrgê ya ku saziyên Yekîtiya Ewropayê, dest pê kir. -
Bahoza Îsha'yê bandoreke giran li Îrlanda û Qraliyeta Yekbûyî kir
Ji ber Bahoza Îshayê li Qraliyeta Yekbûyî û Îrlandayê bi deh hezaran mal û kargeh bê elektrîk man, bandoreke giran li ragihandinê bû. -
KCDK-E’yê ji bo meşa 25 rojan banga tevlîbûnê kir
KCDK-E’yê ji bo meşa ku wê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Parîsê heta Strasboûrgê bi qasî 25 rojan bidome, banga tevlîbûnê kir. -
Li Fransayê 150 hezar kes li dijî hiqûqa koçberiyê ya rastgirên tund meşiyan
Çar roj beriya biryara ku konseya destûra bingehîn a Fransayê demeke dirêj li bendê bû, koalîsyona dijberên qanûna koçberiyê roja Yekşemê li gelemperiya Fransayê xwepêşandan lidar xist. -
Li Torontoyê tecrîda li Îmraliyê û êrîşên li ser Rojava hatin şermezarkirin
Li bajarê Toronto yê Kanadayê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk, hatin şermezarkirin. -
Li Dûîsbûrgê şehîd hatin bîranîn
Ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê Akîf Dogan, Mazlûm û Ezda Dêrik li Dûîsbûrgê merasîma bîranînê hate lidarxistin. -
Li Bremen û Bordeaûx’ê li dijî êrîşên dagirkeriyê çalakî hat lidarxistin
Bi pêşengiya aktîvîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger û ciwanên enternasyonal li Bremen û Bordeaûx’ê li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meş hat lidarxistin. -
Ji Strasboûrgê ji bo Îmraliyê qert: Tu vîna me yî
Kurdistaniyên li Strasboûrgê ji bo kampanyaya "Ji Îmraliyê re 100 hezar qert" li hev civiyan û li ser sedan qertpostalan ji Rêberê Gelê Kurd re bi nivîsandina peyama "tu vîna me yî" nivîsîn û peyam dan dewleta Tirk. -
Li Parîsê seferberiya qertpostalan
Piştî civîna gel a li banliyoya Vîllîers-le-Bel a Fransayê pêk hat, ji bo kampanyaya "Ji Îmraliyê re 100 hezar qert" ji Abdullah Ocalan re qert hatin şandin. -
Enternasyonalan piştgiriya kampanyaya ‘100 hezar qertan’ kir
Kampanyaya şandina qertpostalên ji bo Îmraliyê eleqeyek mezin dît. Civaknas Dan Brown diyar kir ku Abdullah Ocalan ji bo çareseriya aştiyane ya pirsgirêkan hewl dide û got: "Azadiya Abdullah Ocalan ji bo wekheviyê pêwîste." -
Endamên Parlamentoya Ewropayê: Çareserî bi azadiya Abdullah Ocalan pêkan e
Endamên Parlamentoya Ewropayê Lydîe Massard û Chrîs Macmanûs daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin. -
TEV-ÇAND’ê li Stûttgartê li dijî asîmîlasyonê panelek lidar xist
Tevgera Çanda Kurd TEV-ÇAND’ê di çarçoveya pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî’ de li bajarê Stûttgart ê Elmanyayê li dijî asîmîlasyonê panelek lidar xist. -
Li Elmanyayê bi sed hezaran kes AfD’ê protesto kirin
Roja Şemiyê li gelemperiya Elmanyayê herî kêm 250 hezar kes daketin kolanan û partiya nîjadperest AfD’ê protesto kirin. -
Li Stûttgartê bi deh hezaran kesî neo-nazî şermezar kirin
Li bajarê Stûttgartê yê Elmanyayê bi deh hezaran kes li dijî rastgirên tund û neo-naziyan daketin qadan. -
KON-MED'ê ji bo meşa li Kolnê banga tevlîbûnê kir
KON-MED'ê ji bo meşa navendî ya 17'ê Sibatê ya li bajarê Kolnê yê Elmanyayê banga tevlîbûnê kir, ku wê bi wesîleya salvegera 26'an a komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê bê lidarxistin. -
Şehîd Elî Hewas Doko li Bremenê hate bibîranîn
Fermandarê Erka Xweparastinê Şehîd Elî Doko ku 4’ê Çileyê di qezaya trafîkê de şehîd bibû, li bajarê Bremen ê Elmanyayê hate bîranîn. Di çalakiya bîranînê ya li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Bremenê hate lidarxistin de kêliyên hestiyar hatin jiyîn. -
Kurdistaniyên li Lozanê li dijî êrîşên qirkirinê daketin qadan
Bertekên li hemberî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser sivîlan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Swîsreyê didomin. -
Li Marsîlyayê ji bo Abdullah Ocalan stand hat vekirin
Di çarçoveya pêngava ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de li bajarê Marsîlya yê Fransayê çalakiyek standê hate lidarxistin. -
Li Zurîhê bertekên li dijî DYE û Rûsyayê: Yan biparêzin an jî derkevin!
Li Zurîhê êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin protestokirin. Di çalakiyê de li li dijî bêdengiya DYE û Rûsyayê ya ku hêzên xwe li herêmê bi cih kirin, bertekên tund hatin. -
Li Parîsê ji bo azadiya Abdullah Ocalan meşiyan
Gelek Kurdistaniyên ku li ber Şaredariya Corbeîl a Parîsê li hev civiyan, ji bo çareseriya pirsgirêkên ku xetimîne daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin. -
Li Kiel û Freiburgê xwestin qada hewayî ya Rojava ji dagirkeran re bê girtin
Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li bajarên Kîel û Freîbûrgê hatin protestokirin.