Li Fransayê 150 hezar kes li dijî hiqûqa koçberiyê ya rastgirên tund meşiyan

Çar roj beriya biryara ku konseya destûra bingehîn a Fransayê demeke dirêj li bendê bû, koalîsyona dijberên qanûna koçberiyê roja Yekşemê li gelemperiya Fransayê xwepêşandan lidar xist.

Li gorî Wezareta Karên Hundir a Fransayê, li gelemperiya welêt bi qasî 75 hezar kes tevlî xwepêşandanê bûne. Yek ji organîzatoran sendîkaya CGT'ê di daxuyaniya xwe ya li ser X'ê de diyar kir ku 150 hezar kes tevlî xwepêşandanê bûne.

Eger Konseya Destûra Bingehîn di 25'ê Çileyê de wekî tê bendewarîkirin metnê bi temamî bêyî ku sansur bike qebûl bike, wê metna ku di nîvê meha Kanûnê de bi taybetî bi dengên partiya RN a rastgirên tund hat qebûlkirin, bil ez bikeve meriyetê.

Banga çalakiyê ya li dijî vê qanûnê ku destpêkê bi 201 navên naskirî hat destpêkirin, ji gelek derdoran piştgirî wergirt.

Protestoyên li seranserê welêt, qanûna koçberiyê mîna serkeftina îdeolojîk a “Rastgirên tund” hate şibihandin. 

Xwepêşandana herî mezin li Parîsê pêk hat. Li gorî polîsan li Parîsê 16 hezar, li gorî CGT'ê jî 25 hezar kes tevlî meşê bûne. Li gelemperiya welêt li zêdeyî 160 navendan xwepêşandan hatin plankirin. Li gorî waliyan li Rennesê 2 hezar û 700 kes, li Nantesê 3 hezar, li Bordeauxê 2 hezar û 500 kes, li Strasboûrgê hezar û 800 û li Lyonê jî 3 hezar û 500 kes tevlî çalakiyê bûne.

Sekretêrê Giştî yê CGT’ê Sophie Bînet got, "Ev qanûn ji sala 1789'an û vir ve ji aliyê mafên ax û ji sala 1945'an û vir ve di warê gerdûnîbûna parastina civakî de ji prensîbên Fransayê dûrketin e."

Xwepêşandêr, ku di nav wan de kesayetên navdar ên li cîhana çandê jî hene, bang li Serokkomar Emmanûel Macron dikin ku qanûnê bi nepejirîne.

Gelek serokên partiyên çep û seketerên Partiya Sosyalîst rexneyên tund li hikûmeta Fransayê dikin ku ‘pir li ber fikrên rastgirên tund vekiriye. 

Ev qanûn hem di warê tercîhên siyasî û hem jî netewî de weke veguherîna ber bi rastgirên tund ve hat nirxandin.

SERKEFTINA ÎDEOLOJIYA RASTGIRÊN TUND

Pêşnûme qanûna ku bi armanca "kontrolkirina koçberiyê û başkirina entegrasyonê" hat amadekirin, di 19'ê Kanûna 2023'yan de hat qebûlkirin. Wezîra Karên Hundir û serwerê pêşnûmeyê Gerald Darmanin îdîa kir ku ev metna 'Fransayiyan diparêze'. Seroka rastgirên tund Marîne Le Pen jî qebûlkirina pêşnûmeyê weke 'serketineke îdeolojîk a tevgerê' nirxand.

ŞERT Û MERCÊN JIYANÊ YÊN KOÇBERAN WÊ XIRAB BIBE

Di metnê de gelek tedbîrên cihê nîqaşê yên weke şidandina alîkariyên civakî, danîna kotayên koçberiyê yan jî ji nû ve vesazkirina "sûcê rûniştina derveyî qanûnî" cih digirin.