Şehîd Elî Hewas Doko li Bremenê hate bibîranîn

Fermandarê Erka Xweparastinê Şehîd Elî Doko ku 4’ê Çileyê di qezaya trafîkê de şehîd bibû, li bajarê Bremen ê Elmanyayê hate bîranîn. Di çalakiya bîranînê ya li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Bremenê hate lidarxistin de kêliyên hestiyar hatin jiyîn.

Di bernameya bîranînê de ku bi deqîqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên Kurdistanê destpê kir, birayê şehîd Elî Hewas Doko Menal, Hevseroka KOMAW'ê Xoşnav Ata, Hevserokê Meclîsa Civaka Demokratîk a Bremenê Saît Bîlgîn û Berdevkê PYD'ê Şerzad Elo axaftin kirin. Dema ku dayika şehîd Elî Hewas Doko bi telefonê beşdarî bernameya bîranînê bû, dirûşmeyên “Şehîd Namirin” li salonê bilind bûn.

'ŞEHADETA BIRAYÊ MIN PÎROZ BE! SERÊ ME BILIND E'

Xwişka şehîd Elî Doko, Menal di axaftina xwe de wiha got: “Şehadeta yekane birayê min li me hemûyan pîroz be. Şehadeta şehîd Elî ji bo me, malbata wî û gelê me gelekî giran bû. Lê dema ku Elî dest bi vê rêyê kir, digot, ‘Ji ber ku xwîna me nayê rijandin, em kêm in’. Ji ber vê yekê em bi şehadeta birayê xwe ser bilind in. Ez naxwazim birayê xwe bi girî bi bîr bînim. Bi destûra we dixwazin bilîrînim.”. Piştre dayika şehîd bi telefonê beşdarî bernameya bîranînê bû û kesên li salonê silav kir.

Dayika Şehîd Elî Hewas Doko ev tişt anî ziman: “Ez şehadeta şehîd Elî li hemû gelê Kurd pîroz dikim. Li Rêberê me yê Neteweyî Serok Apo pîroz be. Li gerîlayên li çiyê pîroz be. Li kesên ku di zindanan de di greva birçîbûnê de ne pîroz be. Em bi şehîdên xwe re her roj mezin dibin. Lê divê dewleta Tirk a dagirker bi kuştina Elî an jî Mazlûm kêfxweş nebe. Ev şehîd nemir in. Şehîd namirin! Şehîd Elî ji ber pîrozkirina Newrozê ji aliyê rejîma Baasê ve hat binçavkirin. Lê piştre bû pêşengê gelê Kurd. Ew tu carî li paş nema. Tevlî nava Hêzên Erka Xweparastinê bû. Eger kurekî min ê din hebûya, ez ê wî jî bikim qurbana Kurdistanê."

Piştî axaftina dayika şehîd Elî Hewas Doko, li ser navê Komîsyona Malbatên Şehîdan a Bremenê nasnameya şehîd ji kesên li salonê re hat xwendin.

ARTÊŞA ŞEHÎDAN HAT AVAKIRIN

Piştre jî Hevserokê Komeleya Malbatên Mexdûr û Wendahiyan-KOMAW Xoşnav Ata ji beşdarên bernameya bîranînê re axivî. Xoşnav Ata got, “Dema behsa şehîdan tê kirin, gotin têrê nake. Ji ber ku em çiqas behsa şehîdan bikin û pesnê wan bidin jî ev têr nake. Ez di şexsê şehîd Elî de hemû şehîdên Kurdistanê bi rêzdarî bi bîr tînim û bi rêzdarî li ber wan bejna xwe ditewînim. Ev tevger bi saya şehîdên ji Hakî heta Elî hatiye heta roja îro. Me bi deh hezaran şehîd dan. Dikare bê gotin ku artêşeke şehîdan afirandiye. Vê rêxistinê her cara ku şehîdekî xwe ji dest da gavek pêş de avêt. Rêbertî û hevrêyên xwe di şexsê Hakî Karer de partiyek ava kirin. Tevgera azadiyê ev 45 sal in têkoşîneke bêhempa dimeşîne.”

JI BO KURD Û KURDISTAN BÊ NASKIRIN TÊDIKOŞIN

Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Bremenê Saît Bîlgîn di axaftina xwe de diyar kir ku Kurd û Kurdistan bênav in û şehîdan ji bo navê xwe bidin şerkirin û şehîd ketin. Saît Bîlgîn got, “Eger em li şehîdan bifikirin, çima ev şehadet dikeve rojeva gelê Kurd? Rewşa gelê Kurd çawa ye? Çima ewqas êş û jan heye? Ger em li ser vê bifikirin, em dikarin wateyekê bidin şehadeta hevalên xwe. Ji ber ku Kurd bênav in. Kurdistan bênav e. Serok Apo ji ber têkoşîna ku li ser navê Kurd û Kurdistanê da destpêkirin bû hedef. Ji ber vê yekê bi salan e li ser Serok Apo tecrîd tê meşandin. Ji ber vê yekê li dijî gerîla çekên kîmyewî tên bikaranîn.”

Yek ji berdevkên PYD’ê Şêrzad Elo di axaftina xwe de wiha got: “Şehîd Elî endamê Hêzên Erka Xweparastinê bû. Ger em dixwazin rûmeta şehîdên xwe bilind bikin, divê em jî bizanibin ku saziyên me çima û çawa hatine avakirin. Çima Xweparastin? Çima divê em xwe biparêzin? Li hemberî kê em xwe biparêzin? Kî êrîşî me dike? Ger em karibin bersiva van pirsan bi wate bidin, em ê rûmeta şehîdên xwe nas bikin. Em ê li gorî wê tevbigerin.”

Bîranîna şehîd Elî Hewas Doko bi sînevîzyona jiyana şehîd û diruşmeya “Şehîd namirin” bi dawî bû.