Li Parîsê seferberiya qertpostalan
Piştî civîna gel a li banliyoya Vîllîers-le-Bel a Fransayê pêk hat, ji bo kampanyaya "Ji Îmraliyê re 100 hezar qert" ji Abdullah Ocalan re qert hatin şandin.
Piştî civîna gel a li banliyoya Vîllîers-le-Bel a Fransayê pêk hat, ji bo kampanyaya "Ji Îmraliyê re 100 hezar qert" ji Abdullah Ocalan re qert hatin şandin.
Li Parîsa paytexta Fransayê, li banliyo Villiers-le-Belê, bi malbatên Çewlîgî re li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd civîneke gel hat lidarxistin.
Di civîna ku pêngava "ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî" û geşedanên heyî hatin nirxandin. Di civînê de wiha hate gotin: “Pêkanîna azadiya Rêber Apo, erka sereke ya me Kurdan e. Bergeha pêngava azadiyê û encamên wê girîng in. Heta ku tecrîd bê şikandin û azadiya Abdullah Ocalan pêk were divê em beşdarî vê pêngavê bibin."
Piştre jî ji bo kampanyaya “ji Îmraliyê re 100 hezar qert” bi awayekî komî ji Abdullah Ocalan re qert hatin şandin.
Ji bo meşa mezin a 17’ê Sibatê li bajarê Kolnê yê Elmanyayê bê lidarxistin, banga beşdariyeke bi hêz hate kirin.