EWROPA
Hemû Nûçe
-
TJK-F û CDK-F: Meşa li Kolnê dîrokî ye, teqez em tevlî bibin
TJK-F û CDK-F banga tevlîbûna meşa li Kolnê kir û got, "Ev meş xwedî wateyeke dîrokî ye. Divê em hemû cihê xwe di nav vê karwanê azadiyê de bigirin." -
Ji Macron re nameyek vekirî: Kurdên li Rojhilata Navîn leheng, li vir nabin terorîst!
Hevserokên Koordînasyona Piştgiriya Neteweyî û Kurdistanê (CNSK) Pascal Torre û Annick Samouelian, ji Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron re nameyeke vekirî nivîsandin û xwestin ku dev ji siyaseta du rû ya li hemberî Kurdan berdin. -
Sariyildiz: Em biherikin Kolnê, bila cîhan dengê me bibihîze!
Hevnûnerê Elmanyayê yê DEM Partiyê Faysal Sariyildiz ji bo meşa li Kolnê banga tevlîbûnê kir û got, "Rojeke ji rêzê nîne. Her welatparêz divê berê xwe bide Kolnê." -
Şermezarkirina 15’ê Sibatê: Azadiya me bi azadiya Rêber Apo ve girêdayî ye
Li Ewropayê bi pêşengiya jin û ciwanan, komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat şermezar kirin. -
Hunermendên TEV-ÇAND'ê: 17'ê Sibatê em li Kolnê ne, hûn jî li wir bin
Hunermendên TEV-ÇAND'ê diyar kirin ku di 17'ê Sibatê de wê tevlî meşa li Kolnê bibin û bang li gelê Kurd û dostan kirin, ku ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tevlî çalakiyê bibin. -
Cemalê Çeto: Ji ber ku ji fikrên Serok ditirsiyan, xwestin ji holê rakin
Yek ji şahidê Komploya Navneteweyî Cemalê Çeto diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd hewl dida li herêmê yekîtiya gelan pêk bîne û got: “Li gorî fikra min Emerîka, Îsraîl ji vê aciz dibûn û ji Serok ditirisiyan. Ji ber vê yekê xwestin Serok ji holê rakin.” -
Seroka Koma Dîe Lînke: Tevlîbûna li meşa 17'ê Sibatê gelekî girîng e
Seroka Koma Dîe Lînke ya Parlamenta Eyaleta Hambûrgê Cansû Ozdemîr diyar kir ku tevlîbûna li meşa Kolnê ya navendî ya 17'ê Sibatê gelekî girîng e û got, "Tirkiye xitimî ye. Mifteya vê jî tenê Birêz Abdullah Ocalan e." -
Komploya Navneteweyî li Atînayê hat protestokirin
Kurdistanî û dostên wan ên ku di salvegera Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de li Atînayê hatin cem hev gotin: "Dê komploger di tariyê de bimînin, fikrên Rêber Apo wê siberoja mirovahiyê ronî bike." -
Li Parîs û Toûloûseyê 15’ê Sibatê hat şermezarkirin
25’emîn salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li banliyoya Vîllîers-le-Bel a Parîsê bi meşeke girseyî û li Toûloûseyê jî bi mîtîngekê hat şermezarkirin. -
Li Heîlbronnê greva birçîbûnê bi dawî bû
Greva birçîbûnê ya 1’ê Sibatê li Heîlbronnê hat destpêkirin, îro li Klîanzplatzê bi mîtîngekê bi dawî bû. Di mîtîngê de peyama, “Bi tecrîdê hûn nikarin têkoşîna me ya mafdar ji holê rakin.” -
Li Zappîonayê daxwaza 'Xelata Nobelê bidin Abdullah Ocalan'
Enternasyonalîstan li Zappîona dîrokî ya Atînayê li hev civiyan û xwestin ku ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re Xelata Aştiyê ya Nobelê bê dayîn. -
Li Den Haagê ‘Roja Reş’ hat protestokirin
Bi boneya 15’ê Sibatê ku Kurdistaniyan weke “Roja Reş” bi nav dikin bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Ronahî li Den Haagê çalakiya greva birçîbûnê ya rojekê hate lidarxistin û 200 qert ji Îmraliyê re hatin şandin. -
AFP'ê li ser Nobeta Azadiyê ya li Strasboûrgê ku 12 sal in didome nivîsand
Ajansa nûçeyan a Fransayê AFP'ê li ser Nobeta Azadiyê ya ku 12 sal in ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber avahiya Konseya Ewropayê ya li Strasboûrgê didome, nivîsî. -
Li Qibrisê Komploya Navneteweyî bi meşeke dirêj hate protestokirin
Komploya Navneteweyî ya 15'ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji aliyê Kurdistaniyên li Qibrisê û dostên wan ve bi meşeke dirêj hate protestokirin. -
Meşa du rojan a ji Darmstadt heta Wiesbadenê bi dawî bû
Kurdistaniyên li Eyaleta Hessenê meşeke 2 rojan li dar xistin. MEşvanan li ber Parlamentoya Hessenê ev tişt anîn ziman: “25 salên me bi berxwedanê derbas bûne, heta ku Rêberê me ji aliyê fîzîkî ve azad bibe wê berxwedana me bidome." -
Meşvanên Azadiyê li Strasboûrgê gihîştin hev û heta KE’yê meşiyan
Meşvanên di çarçoveya pêngava azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd de ji Elmanya, Fransa û Swîsreyê bi rê ketin, li Strasboûrgê li hev civiyan û heta Konseya Ewropayê meşiyan. -
Konferansa Kurd a Londonê: Tirkiye ji fikrên Abdullah Ocalan ditirse
Parlamenterê Siin-Feînê Francîe Molloy di sêyemîn Konferansa Kurd a Londonê de axivî û bal kişand ser taybetmendiyên hevpar ên berxwedêriya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Bobby Sands ê Îrlandayê. -
Li Helsînkiyê Komploya 15’ê Sibatê hat şermezarkirin
Li Helsînkiyê bi boneya salvegera Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, meşek hat lidarxistin. Meşvanan daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir. -
Îl Manîfesto: Abdullah Ocalan di hucreyê de şoreş da destpêkirin
Di salvegera komploya 15'ê Sibatê de rojnameya Îtalî Îl Manîfesto rûpelekî tijî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re veqetand. Rojnameyê nivîsand ku Abdullah Ocalan di hucreyê de şoreş da destpêkirin. -
Li Delhî ya Nû çalakiya ji bo azadiya Abdullah Ocalan
Li paytexta Hindistan Delhî ya Nû, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyek hate lidarxistin. -
VRT NWS’ê derbarê Abdullah Ocalan de nivîsî: Mandelayê Kurdan kî ye?
Medyaya VRT’ê ya li Belçîkayê di salvegera komploya 15'ê Sibatê de di nûçeyeke xwe de bi berfirehî qala Abdullah Ocalan kir. -
'Azadiya Abdullah Ocalan azadiya te ye'
Înîsiyatîfa 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, Aştî ji Kurdistanê re ya Navneteweyî' ragihand ku Rêberê Gelê Kurd li gel bêderfetiyan jî bandoreke global kiriye û destnîşan kir ku azadiya Ocalan wê bibe azadiya gelan. -
Greva birçîbûnê ya Kadrî Saka kete roja 33’yan
Siyasetmedarê Kurd Kadrî Saka (58) di 13’yê Çileyê de li Elmanyayê hate binçavkirin. Saka ji roja hatî binçavkirin heya niha krîmînalîzekirina Kurdan a Elmanyayê protesto dike. -
Saziyên Êzidiyan ên li Ewropayê ji bo meşa li Kolnê banga tevlîbûnê kirin
Saziyên civaka Êzidî yên li Ewropayê ji bo meşa li Kolnê ya 17'ê Sibatê banga tevlîbûnê kirin, ku wê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê lidarxistin. -
Ji bo meşa dîrokî ya Kolnê du roj man
Ji bo şermezarkirina 25’emîn salvegera Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û daxwaza azadiya wî ya fîzîkî di 17'ê Sibatê de wê li Kolnê meş û mitîng bê lidarxistin. Ji bo çalakiya dîrokî tenê du roj man.