Şermezarkirina 15’ê Sibatê: Azadiya me bi azadiya Rêber Apo ve girêdayî ye
Li Ewropayê bi pêşengiya jin û ciwanan, komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat şermezar kirin.
Li Ewropayê bi pêşengiya jin û ciwanan, komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat şermezar kirin.
Kurdistanî û dostên wan li eyaleta Lînz a Awûstûryayê li hev kom bûn û li dijî komploya navneteweyî meşeke girseyî pêk anîn.
Di meşa ku ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) hat organîzekirin de, gel di bin dirûşmeya “Azadiya Rêber Apo azadiya gelê Kurd e” hatin cem hev.
Meş li Volksgartenê destpê kir û li Statdplazê bi dawî bû.
Hevserokê Partiya Civaka Azad a Awûstûryayê Ahmet Zîrek, li qada bajêr axivî û wiha got, “Heta Rêber Apo azad nebe, em weke gelê Kurd jî azad nabin.”
OSLO
Li Osloyê 25'emîn salvegera Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate şermezarkirin. Li vir Kurdistanî û dostên wan ên enternasyonalîst belavok belav kirin û meşeke bi meşale ya girseyî lidar xistin.
Di çarçoveya çalakiyên ji aliyê NCDK-Oslo ve hatin organîzekirin de li navenda Osloyê mîtîngek hate lidar xistin.
Hevserokê NCDK-Oslo’yê Endam Aso û Alîkarê Serokê Oslo yê Partiya Sor a Norwêcê Aram Zaherî axivîn. Çalakgeran her wiha li parlamentoyê bi partiyan re hevdîtin kirin.
HOLLANDA
Endamên TCŞ’ê bi pêşengiya Meclîsa Ciwanan a Şehîd Çekdar Canfeda, ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî çalakî lidar xistin. Di çalakiyê de ciwanan posterên Abdullah Ocalan û alên PKK'ê vekirin û gelek caran dirûşmên "Ciwan fedaiyên Rêber Apo ne" berz kirin.
STUTTGART
Endamên TCŞ û TekoJIN, li dijî komployê li navenda kirin û firotinê ya li Stuttgartê alên PKK'ê daliqandin. Li vir ciwanan têkoşîna gerîla silav kirin.
ANTWERPEN
Endamên TCŞ'ê li Antwerp'ê jî li dijî komployê çalakiya protestoyî lidar xistin.
Ciwanan gotin, "Heta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin, em ê têbikoşin."
Ciwanên ku meş organîze kirin gelek caran dirûşmên "Bijî Serok Apo" berz kirin.