EWROPA
Hemû Nûçe
-
3 gerîlayên li qadên cuda şehîd bûne li Sydneyê hatin bîranîn
Fermandara HPJ’ê Aryen Arê, gerîlaya YJA Starê Zîlan Dêrsim û gerîlayê HPG’ê Demhat Amed li Sydneyê hatin bibîranîn. Di bîranînê wiha hat gotin: “Em li ku derê cîhanê bijîn, em ê bi hêztir piştgiriyê bidin Rêber Apo û partiya xwe ya şehîdan PKK’ê." -
Welatparêzê Kurd Haydar Akbaba wefat kir
Yek ji midûrên televîzyona MED TV Haydar Akbaba li Belçîkayê ji ber penceşêrê jiyana xwe ji dest da. -
KONGRA- GEL: Gel û dostên me divê li Kolnê dîrokê binivîsin
Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA- GEL ji bo meşa 17’ê Sibatê ku wê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd li Kolnê bê lidarxistin, bang li gelê Kurd û dostên wan kir ku ‘dîrokê binivîsin’. -
Amadekariyên Konferansa Kurdan a Londonê hatine temamkirin
Amadekariyên 3’yemîn Konferansa Asayî ya Kurdan a Londonê ku wê gelek kesên ji rêxistinên siyaset, akademî û jinan tevlî bibin, hatine temamkirin. -
‘Em ji bo azadiya Rêber Apo û siberoja Rojava li Kolnê kom bibin!’
Endamên PYD'ê yên Ewropa û Stuttgartê di çarçoveya pêngava "Ji Abdullah Ocalan re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî" de banga tevlîbûna meşa navendî ya li bajarê Kolnê kirin û gotin, "Em ji bo siberoja Rojava li Kolnê kom bibin." -
TJK-E: Em ê di 17’ê Sibatê de weke lehiyê biherikin
TJK-E’yê ji bo meşa azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku wê 17’ê Sibatê li bajarê Koln ê Elmanyayê were lidarxistin, banga tevlîbûnê kir û got, “Em ê deng û dilê bi milyonan bikin yek û bigihînin Rêber Apo." -
Li Dresdenê civîna gel: Divê bi ruhê seferberiyê em biherikin Kolnê
Di çarçoveya pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” li Dresdenê civîna gel hat lidarxistin. Di civînê de banga tevlêbûna meşa 17’ê Sibatê ya li Kolnê hat kirin. -
Greva birçîbûnê ya li Baselê bi dawî bû: Em ê bibin dengê girtiyan
Çalakiya greva birçîbûnê ya 3 rojan a ji aliyê rêxistinên sosyalîst ve bi armanca xwedîderketina daxwazên girtiyan li 4 navendên Ewropayê hemwext hatibû destpêkirin, bi dawî bû. -
Şehîd Jiyna Timoqî li Winterhûrê hat bibîranîn
Şemsettîn Tûnç di bîranîna Şehîd Jiyan Timoqî ya li Winterthûrê de axivî, diyar kir ku keça wî Jiyan di vê têkoşînê de şehîda 10’emîn a malbatê bû û got ku wê tucarî neheqî qebûl nedikir. -
Li Berlînê ‘Meşa Azadiyê’
“Meşa Azadiyê” ya li Berlînê di roja duyemîn de berdewam dike. Girseya girseya ku bi pêşengiya ciwanan ji Alexanderplatz heta Brandenbûrger Tor meşiyan, gotin: "Em ê bi rêxistinbûn û yekîtiya li dora Rêberê xwe azadiya fîzîkî misoger bikin." -
Li Essen û Dûîsbûrgê civînên gel hat lidarxistin
Li bajarê Essen û Dûîsbûrgê civînên gel hatin lidarxistin û banga tevlêbûna meşa 17’ê Sibatê ya li Kolnê hat kirin. -
Gerîlaya YJA Starê Tavîn Tekoşîn li Kolnê hat bîranîn
Gerîlaya YJA Starê Tavîn Tekoşîn ya li Bestayê şehîd bibû, li bajarê Koln ê Elmanyayê hat bibîranîn. -
Kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan li Lengnaûyê hatin bibîranîn
Kesên di erdheja 6'ê Sibata 2023'yan de jiyana xwe ji dest dabûn li Lengnaûyê hatin bîranîn. -
5 gerîlayên li Metînayê şehîd bibûn li Parîsê hatin bibîranîn
5 Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ku di êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi çekên kîmyewî û bombeyên nukleerî yên taktîk de şehîd bibûn, li banliyoya Vîlleneuve Saînt Georges a paytext Parîsê, di şexsê Şahîn Nûda de hatin bîranîn. -
KON-MED’ê ji bo meşa 17’ê Sibatê ya li Kolnê banga tevlîbûnê kir
KON-MED’ê ji bo meşa 17’ê Sibatê ya li Kolnê ku wê ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê lidarxistin banga tevlîbûnê kir. -
Meşa ji Zaandamê heta Amsterdamê bi dawî bû
Meşa Dirêj a Tevgera Ciwanên Kurd duh ji bajarê Zaandam ê Hollandayê dest pê kiribû, li stasyona Amsterdam Centraalê bi coş bi dawî bû. -
Li Bremenê bi deh hezaran kes li dijî faşîzmê meşiyan
Duh piştî xwepêşandanên herî kêm 200 hezar kesî li seranserê Elmanyayê li dar xist ku paytext Berlîn jî di nav de ye, li Bremenê gel careke din ji bo demokrasiyê li dijî rastgiran meşiyan. -
‘Meşa Azadiyê’ a ji bo Abdullah Ocalan di roja 14’an de ye
“Meşa Azadiyê” ya bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, li Bondyê berdewam dike. -
Li Frankfûrt û Hagenê li ser tecrîdê civîna gel hat lidarxistin
Li bajarên Frankfûrt û Hagen ên Elmanyayê li ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, civînên gel hatin lidarxistin. -
Li Solothurnê ji bo Îmraliyê kart hatin şandin
Di çarçoveya pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya demokratîk" a cîhanî de li bajarê Solothurn ê Swîsreyê ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re kart hatin şandin. -
FEDA'yê di salvegera yekemîn a 'Erdheja Mereşê' de daxuyanî da
Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) bi wesîleya salvegera yekemîn a erdheja Mereşê de ku bandor li 11 bajaran kir, daxuyaniyek da û qurbaniyên erdhejê bi bîr anî. -
Li Saarbruckenê bîranîna şehîdan
Bahoz Amed û Serbest Heleb ên li Rojava şehîd bûn, li bajarê Saarbrucken ê Elmanyayê hatin bîranîn. -
Li Helsînkiyê çalakiya li dijî darvekirinên li Îranê
Bûyerên darvekirinê yên li Îranê, li bajarê Helsînkî bi çalakiyekê hate şermezarkirin. -
Greva birçîbûnê ya li Parîsê berdewam dike
Greva birçîbûnê ya ku ji aliyê komeleya ACTIT’ê ve ji bo piştgiriya grevên birçîbûnê yên li girtîgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, di roja duyemîn de ye. -
Li Bernê darvekirinên li Îranê hate protestokirin
Li paytexta Swîsre Bernê ji bo girtiyên siyasî yên Kurd Mohsen Mazlûm, Mihemed Faramarzî, Wafa Azarbar û Pzhman Fatehî yên ji aliyê rejîma Molla ya Îranê ve hatibûn darvekirin, çalakiyek hate lidarxistin.