EWROPA
Hemû Nûçe
-
Parlamenterê PE’yê Barrena: Abdullah Ocalan di qada navneteweyî de referanseke polîtîk e
Endamê Parlamenta Ewropayê Pernando Barrena, Abdullah Ocalan weke ‘di qada navneteweyî de referanseke polîtîk’ pênase kir û got, divê Abdullah Ocalan azad be. -
CDK-S û YJK-S: Em li Kolnê daxwaza azadiya Rêberê xwe bikin
Rêxistinên sîwanî yên li Swîsreyê CDK-S û YJK-S ji bo çalakiya li Kolnê ya 17'ê Sibatê banga tevlîbûneke xurt kirin û gotin, wê daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bikin. -
ADGB’ê banga tevlêbûna meşa 17’ê Sibatê ya li Kolnê kir
ADGB'ê diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê belavî hemû civakê bûye û got: “Şikandina tecrîdê bi têkoşîna hevpar a hemû dînamîkên civakê pêkan e. Divê di 17’ê Sibatê de mil bi mil em bi herikîn Kolnê û bi hev re têbikoşin.” -
Li Atînayê panel: Ramanên Abdullah Ocalan li cîhanê belav bûne
Li Atînayê bi boneya salvegera Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan panelek hat lidarxistin. Di panelê de hate gotin, “Ramên Abdullah Ocalan li cîhanê belav bûye.” -
Li Ewropayê çalakiyên ‘Azadiyê’ berdewam dikin
Di çarçoveya pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" de li Basel, Fribourg û Kopenhagê çalakî hatin lidarxistin. -
Çalakgerên 24 roj in dimeşin: Werin em Kolnê bikin keleha berxwedanê
Çalakgerên ku 24 roj in ji Parîsê heta Strasboûrgê dimeşin, bang li hemû Kurdistanî û dostên wan kirin ku di vê têkoşîna azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de Kolnê bikin keleha berxwedanê. -
Rêwiyên Azadiyê banga ‘17’ê Sibatê em biherikin Kolnê’ kirin
Rêwiyên Azadiyê hemû berxwedêrên ku ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Kurdistan û Ewropayê li pêngava Saarbruckenê ya ji Mannheîm heta Strasboûrgê meşiyan, silav kirin. -
Çalakgerên Cenevreyê: Em ê di 17'ê Sibatê de bibêjin 'Hûn nikarin roja me tarî bikin'
Çalakgerên Cenevreyê banga tevlîbûna meşa ku dawiya hefteyê li bajarê Koln ê Elmanyayê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê lidarxistin, kirin. -
Meşvanên enternasyonalîst: Têkoşîna gelê Kurd têkoşîna me ye
Meşa enternasyonalîstan ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Baselê heta Strasboûrgê dest pê kir, di roja çeremîn de li Selestatê berdewam kir. -
Parlamenterê Ermenistanê: Gelek gel xelasiya xwe di azadiya Rêber Apo de dibînin
Parlamenterê Ermenistanê Kînyas Hesenov got, "Gelek kes rizgariya xwe di azadiya Abdullah Ocalan de dibînin. Divê sala 2024'an bibe sala azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan." -
KCDK-E: Em 17’ê Sibatê li Kolnê bersiveke xurt bidin hêzên komploger
KCDK-E’yê diyar kir ku divê pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ xurttir bibe û got: “Em 17’ê Sibatê li Kolnê bi ruhê seferberiyê bersiveke xurt bidin hêzên komploger.” -
Greva birçîbûnê ya li Esslîngenê bi dawî bû
Greva birçîbûnê ya li bajarê Esslîngen ê Elmanyayê, ku bi daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgiriya bi çalakiyên Nobeda Edaletê destpê kir, bi dawî bû. -
'Meşa Enternasyonalîstan' di roja çaremîn de ye
Meşa Dirêj a Enternasyonalîst a 8'emîn ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd destpê kir, ber bi Strasboûrgê ve di roja çaremîn de ye. -
Komploya Navneteweyî li Adîgeyê hate şermezarkirin
Kurdên ku li Komara Adîgey Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin. -
Yên ku dibêjin 'cîhaneke din pêkan e' li ser paradîgmaya Abdullah Ocalan digihêjin hev
Ciwanên enternasyonalîst ku xwe weke 'Bi Serok Apo re cîhaneke cuda dikare bê avakirin' pênase dikin, paşeroja xwe di paradîgma û azadiya Abdullah Ocalan de dibînin. -
Enternasyonalîst wê sibe ji Colmarê heta Sélestatê bimeşin
Meşa enternasyonalîstan ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Baselê heta Strasboûrgê dest pê kir, di roja sêyemîn de li Mûlhoûsê berdewam kir. -
Meşa Azadiyê ya li Fransayê di roja 23’yan de ye
Meşa Azadiyê ya ji Parîsê ber bi Strasboûrgê ve hatibû destpêkirin di roja 23’yan de li bajarê Nancyê berdewam kir. Meşvanên Azadiyê bi gotina "Dilê her yek ji wan bi qasî welatekî mezin e" hatin silavkirin. -
Endamên TEV-ÇAND'ê çûn serdana çalakgerên Esslingenê
Endamên TEV-ÇAND'ê çalakgerên li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Esslîngenê dest bi greva birçîbûnê kirine ziyaret kirin. -
Rêwîtiya Azadiyê di roja 4’an de didome
Rêwîtiya Azadiyê ya ku ciwanên Kurdistanê li bajarê Friedrichsthal ê Elmanyayê dane destpêkirin didome. -
Meşa Enternasyonalîstan di roja 3’yan de ye
Meşa dirêj a enternasyonalîstan a di çarçoveya pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî’ de hate destpêkirin, di roja 3’yan de dewam dike. -
Komîteya Ewropayê ya TKP-ML’ê: Em her kesî vedixwînin Kolnê
Komîteya Ewropayê ya TKP-ML’ê ji bo çalakiya ku wê di 17'ê Sibatê de li Kolnê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were lidarxistin, banga beşdarbûnê kir. -
Meşa enternasyonalîstan a ji bo azadiya Ocalan: Em ê bi serbikevin!
Meşa enternasyonalîstan ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Baselê heta Strasboûrgê dest pê kir, di roja duyemîn de dewam dike. Rêwiyên Meşa Azadiyê peyama, “Em ê biserbikevin” dan. -
Yek ji şehîdên 'Hûn Nikarin Rojê Me Tarî Bikin' Halîl Şen hat bibîranîn
Halîl Şen ê ku bi armanca şermezarkirina Komploya Navneteweyî li ber Parlamentoya Dresdenê bi şewitandina bedena xwe şehîd bû, li avahiya DKTM'ê ya Dresdenê hat bîranîn. Piştre jî çeleng danîn cihê ku çalakî pêk anîbû. -
Meşvanên Mannheîmê li bajaroka Kirkelê ne
Meşa ciwanên Kurd a ku ji Mannheîmê heta Strasboûrgê dabûn destpêkirin, di roja 3’an de gihiştin bajaroka Kirkelê. -
Bi sedan kes ji bo meşa azadiyê ya li Reîmsê li hev civiyan
“Meşa Azadiyê ya 25 kesî”, bi Kolektîfa Piştgiriya bi Kurdistanê re ku ji 12 rêxistinan pêk tê li Reîmsê hat lidarxistin. Endamê Kolektîfê Mîchel Georges da zanîn ku divê Fransa jî ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rola xwe bilîze.