Komîteya Ewropayê ya TKP-ML’ê: Em her kesî vedixwînin Kolnê
Komîteya Ewropayê ya TKP-ML’ê ji bo çalakiya ku wê di 17'ê Sibatê de li Kolnê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were lidarxistin, banga beşdarbûnê kir.
Komîteya Ewropayê ya TKP-ML’ê ji bo çalakiya ku wê di 17'ê Sibatê de li Kolnê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were lidarxistin, banga beşdarbûnê kir.
Komîteya Ewropayê ya TKP-ML’ê ji bo meş û mîtînga ku wê di 17'ê Sibatê de li Kolnê were lidarxistin, banga beşdarbûnê kir.
Di daxuyaniya nivîskî de ev yek hatin gotin: ‘’Hemû serlêdanên ji bo hevdîtina Abdullah Ocalan ên malbat û parêzeran, bi hincetên derewîn tên redkirin. Malbata Abdullah Ocalan derbarê tenduristiya wî de metirsîdar e.’’
Di daxuyaniyê de ev yek jî hate gotin: ‘’Tecrîda ku dewleta Tirk ev 25 sal in li ser Abdullah Ocalan dimeşîne weke helwesta dewleta Tirk ya li hemberî gelê Kurd e.’’
Komîteya Ewropayê ya TKP-ML’ê daxuyaniya xwe ya nivîskî bi van gotinan bi dawî kir: “ Em bang dikin ku hemû şoreşger û parêzvanên mafên mirovan beşdarî meş û mîtînga ku wê di 17’ê Sibatê de li bajarê Kolnê were lidarxistin, bibin.’’