Meşa ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku 23 roj berê li paytexta Fransa Parîsê destpê kir, îro li Nancy berdewam kir.
Meşaîro bi tevlîbûna gelek Kurdistanî û dostên Kurdan berdewam kir. Girseya ku bi kîlometreyan li ser Durêyana Ewropayê geriyan, li ber stasyona Nancyê dawî li meşa xwe anîn.
Welatiyên derdorê der barê êrîşên qirkirina Îmraliyê ya 25 sal in li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin de hatin agahdarkirin. Li ser navê Civaka Îslamî ya Kurdistanê çalakgerekî beşdarî meşê bû li cihê ku meş bi dawî bû axaftinek kir.
Çalakger wiha got: “Banga me ji hemû gelê Kurd ên welatparêz re ye. Weke ku tê zanîn 25 sal in hem rêberê mirovahiyê û hem jî pêşengê Kurd û Kurdistanê dîl hatiye girtin. Ev 3 sal in tu agahî jê nayê girtin. Gelê Kurd vê tecrîda li ser Rêberê xwe qebûl nake. Ji ber vê sedemê ev meşa dirêj a ku me di 22’yê Çileyê de li Fransayê dabû destpêkirin niha li Nancyê didome. Di 17’ê Sibatê de divê bi sed hezaran kes bi malbatên xwe re biherikin bajarê Kolnê. Tenê bi vî awayî em dikarin hem peyamê bidin dagirkeran û hem jî ji hemû cîhanê re. Divê meşa Kolnê ji bo azadiya Rêber Apo bibe bersiv. Em ê li kolanan bin, heta serokê me azad bibe em ê bêdeng nemînin. Ev erkeke civakî, wijdanî û exlaqî ye. Ez jî li ser navê Civaka Îslamî ya Kurdistanê beşdarî vê meşa dirêj bûm. Ez hevalên xwe yên ku bi rojan e li vir dimeşin silav dikim. Dilê her yek ji wan bi qasî welatê wan mezin e. Ez her yek ji wan ji dil pîroz dikim. Em ê hemû di 17’ê Sibatê de li Kolnê bin. Bijî Serok Apo! Bijî Kurd û Kurdistan.”
Meşa Azadiyê bi gerandina govendê berdewam kir û wê danê êvarê jî civîna gel bê lidarxistin.
Meşa ku bi 25 kesan ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku nûnertiya 25 salên esaretê dike dest pê kir, wê li Metzê di roja 24’an de wê bidome.