Enternasyonalîst wê sibe ji Colmarê heta Sélestatê bimeşin
Meşa enternasyonalîstan ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Baselê heta Strasboûrgê dest pê kir, di roja sêyemîn de li Mûlhoûsê berdewam kir.
Meşa enternasyonalîstan ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Baselê heta Strasboûrgê dest pê kir, di roja sêyemîn de li Mûlhoûsê berdewam kir.
Meşa dirêj a enternasyonalîstan di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” di 11’ê Sibatê de li bajarê Basel ê Swîsreyê dest pê kir, di roja sêyemîn de berdewam dike.
Qonaxa meşa îro bajarê Mûlhoûs ê Fransa bû. Di meşê de alên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û PKK’ê hatin hildan. Girseya meşê bêyî navber dirûşmeyên “Ji Abdullah Ocalan re azadî” berz kirin. Meşvanan dosyayek der barê tecrîda mutlaq a Îmraliyê de pêşkêşî şaredariya bajêr kirin.
Meşvanan di çarçoveya kampanya “100 hezar qertan” a ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de li qada Place de la Réunionê qert şandin ji Girtîgeha Îmraliyê re.
Meşvanan li bajarokê Pfastattê navber da meşê û li vir govend gerandin, meşa xwe ya li bajarokê Wîttelsheîmê bi dawî kirin. Meşvanan ji bo tevlî panela li Mûlhoûseyê bibin bi wesayîtan ketin rê. Enternasyonalîstan panela li ser Konfederalîzma Ciwanên Cîhanê bi baldarî guhdarî kirin û piştre dirûşmên "Bijî têkoşîna ciwanan", "Jin, Jiyan, Azadî" û "Bijî Serok Apo" berz kirin.
Meşa enternasyonalîstan sibe wê berdewam bike. Meşvan wê sibê li Colmarê bên ba hev, wê li qada Colmar-Sêlestat bimeşin. Roja 4'emîn a meşê wê li bajarê Sélestatê bi dawî bibe.