Rêwîtiya Azadiyê di roja 4’an de didome

Rêwîtiya Azadiyê ya ku ciwanên Kurdistanê li bajarê Friedrichsthal ê Elmanyayê dane destpêkirin didome.

Di çarçoveya Rewîtiya Azadiyê de ku 10’ê Sibatê li bajarê Mannheîm ê Elmanyayê destpê kir, di saetên serê sibê de gihîşt Friedrichsthalê.

Ciwanan meşên li çar parçeyên Kurdistanê û Ewropayê hatin lidarxistin silav kirin û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan peyam dan.

Tevî şert û mercên hewayê jî ciwanan komploya 15'ê Sibatê  û tecrîd girankirî şermezar kirin.

Ciwanan di meşê de gelek caran bi zimanê Elmanî bênavber dirûşmên, “Ji Rêber Apo re azadî”, “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Jin jiyan azadî” berz kirin.

Rawestgeha dawî ya meşa ku dê bi qasî 17 kîlometreyan bidome dê bajarê Saarbruckenê be.

Pîrozbahiya ku tevî şert û mercên hewaya sar jî bi coş dewam dike, wê di dawiya rojê de bi şeveke moralê ya bi pêşengiay Koma Newda bi dawî bibe.

Ciwanan diyar kirin ku meşa 17’ê Sibatê ya Kolnê ji bo gelê Kurd pêvajoyeke girîng e û bang li gel û dostên Kurdistanê kirin ku tevlî meşê bibin.