Endamên TEV-ÇAND'ê çûn serdana çalakgerên Esslingenê
Endamên TEV-ÇAND'ê çalakgerên li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Esslîngenê dest bi greva birçîbûnê kirine ziyaret kirin.
Endamên TEV-ÇAND'ê çalakgerên li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Esslîngenê dest bi greva birçîbûnê kirine ziyaret kirin.
Li bajarê Esslingen ê Elmanyayê ji bo protestokirina 25’emîn salvegera Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê û piştgiriyê bidin berxwedana zidanan 5 roj berê dest bi greva birçîbûnê hatibû kirin, didome.
Endamên Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Ewropayê (TEV-ÇAND) çûn serdana çalakgerên li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Esslîngenê di greva birçîbûnê de ne.
Li ser navê TEV-ÇAND’ê hunermend Garîp Nurhak axivî û got, “Ji vir banga me ev e; heta ku tecrîda li ser Rêber Apo bi dawî bibe û azadiya xwe ya fizîkî bi dest bixe wê çalakiyên me bidomin. Bi vê boneyê em ji gelê Kurd û dostên wan hêvî dikin ku beşdarî meşa 17’ê Sibatê li Kolnê bê lidarxistin, bibin.”
Hunermend Nurhak piştre ji bo çalakgerên greva birçîbûnê konsereke muzîkê ya kurt da. Çalakger û ziyaretvanan bi stranên bi coş ên Garîp Nurhak govend gerandin.