Meşa Enternasyonalîstan di roja 3’yan de ye
Meşa dirêj a enternasyonalîstan a di çarçoveya pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî’ de hate destpêkirin, di roja 3’yan de dewam dike.
Meşa dirêj a enternasyonalîstan a di çarçoveya pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî’ de hate destpêkirin, di roja 3’yan de dewam dike.
Meşa Enternasyonal ku 11’ê Sibatê li bajarê Basel ê Swîsreyê hatel destpêkirin, di roja 3’yan de dewam dike.
Meşa roja destpêkê li Baselê destpê kir, roja duyem jî li ber Gara Saînt – Loûîs Fransayê destpê kir.
Enternasyonalîstan cilên mor û zer ên ku bi Fransî, Elmanî û Îngilizî li ser “Ji Ocalan re azadî” hatibûn nivîsîn, li xwe kirin û bê navber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Jin, jiyan, azadî” berz kirin.
Enternasyonalîstan dewleta Tirk a dagirker jî şermezar kirin û bi berzkirina dirûşmeya “Bijî berxwedana gerîla” gerîla silav kirin. Her wiha di meşê de timî dirûşmeya “Dîktator Erdogan” jî hate bihîstin.
Koma enternasyonalîst piştî meşa 20 kîlomtereyê, gihiştin bajarê Sîerrentz. Kom ji vir derbasî bajarê Mûlhoûse bûn.
Roja sêyem a meşê li ber gara trenê ya navenda Mûlhoûse destpê kir. Meşvanan di çarçoveya “ji Îmraliyê re 100 hezar qertpostal” de qert şandin postxaneyê.
Di meşê de hat diyarkirin ku Abdullah Ocalan ne tenê rêberê Kurdan e û peyama “azadiya Rêber Apo, azadiya me ye” hate dayîn.