EWROPA
Hemû Nûçe
-
Kurdistaniyên li Swîsreyê ji bo mîtînga Kolnê serferber bûn
Kurdistaniyên li Swîsreyê ji bo mîtînga 17’ê Sibatê de li Kolnê bê lidarxistin, seferber bûn. Siyasetmedar Farîsogûllari got, "Em ê 17' Sibatê dengê xwe bigihînin Îmraliyê." -
Meşa Dirêj gihîşt Rennesê: Ji Abdullah Ocalan re azadî!
Meşa Dirêj a ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin di roja şeşemîn de gihîşt bajarê Rennesê yê Fransayê. -
Serokê CPT’ê yê berê Neve: Îmralî navendeke tecrîdê ye, divê CPT biçe Îmraliyê
Serokê berê yê CPT’ê Marc Neve diyar kir ku Îmralî navendeke tecrîdê ye û girtîbûna Abdullah Ocalan ya demdirêj nayê qebûlkirin û got: ‘’Bêdengiya CPT’ê ya li hemberî rewşa Ocalan metirsîdar e. Hewce ye CPT dubare biçe Îmraliyê.’’ -
‘Qehremantiya li Kobanê, îro li Zapê didome’
Li Londonê salvegera rizgarkirina Kobanê hate pîrozkirin. Peyama “Qehremantiya li Kobanê, îro li çiyayên Kurdistanê bi hemû heybeta xwe didome” hate dayîn. -
Ciwanên sosyalîst li Berlînê greva birçîbûnê bi dawî kirin
Rêxistina ciwanên sosyalîst Yoûng Strûggle greva birçîbûnê ya ji bo 3 rojan ku 24’ê Çileyê dabû destpêkirin, bi daxuyaniyeke çapemeniyê bi dawî kir. -
Li Marsîlyayê ji Girtîgeha Îmraliyê re qert hatin şandin
Li Marsîlyayê di çarçoveya kampanyaya “100 hezar qert” a ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin de ji Girtîgeha Îmraliyê re qert hatin şandin. -
Qonaxa pêncemîn a Meşa Dirêj li Nantesê pêk hat
Qonaxa nû ya Meşa Dirêj a ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li paytexta Fransa Parîsê destpê kir, li Nantesê pêk hat. -
Li Fransayê serhildana cotkaran mezin dibe
Li Fransayê serhildana cotkar û gundiyan deh roj in dewam dike. Cotkarên ku zextê li hikumetê dikin, tenê li başûrê welêt rêya ji 400 kîlometreyî girtin. -
'Erdogan sûcdarê şer e'
Kurdistaniyên li Îskoçyayê, bi girseyî li dijî Serokwezîrê Îskoçyayê Humza Yousaf ku Tayyîp Erdogan vexwendibû welatê xwe protesto kirin. -
Li ber Parlementoya Bremenê çalakî: Destên xwe ji komeleyên me bikşînin!
Hevseroka FED-DEM’ê Sebahat Ergîn di çalakiya Bremenê ya şermezarkirina polîsên Elman ku sazî û welatparêzên Kurd krîmînalîze dike de axivî û got, “Nebin şirîkê dewleta Tirk, Kurdan sûcdar nekin, destên xwe ji komeleyên me bikşînin.” -
Li Kîelê ji Girtîgeha Îmraliyê re qert hatin şandin
Li Kîelê di çarçoveya kampanyaya “100 hezar qert” a ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin de ji Girtîgeha Îmraliyê re qert hatin şandin. -
Êrîşên li ser Rojava li Bîelê hatin protestokirin
Tevgera Ciwanên Kurd TCŞ û TekoJIN li bajarê Bîel ê Swîsreyê êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Rojava protesto kirin. -
Meşa Dirêj di roja çaremîn de ye
Meşa Dirêj a ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Parîsê destpê kir, di roja 4’an de li bajarê Vannes ê Fransayê berdewam kir. -
Parêzeran hevdîtin bi CPT re kirin: Divê bi lez serdana Îmraliyê bê kirin!
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hevdîtin bi Komîteya Pêşîgirtina li Eşkenceyê ya Konseya Ewropayê re kirin. Parêzer Îbrahîm Bîlmez diyar kir ku wan ji CPT xwestine, bi lez heyetekê bişînin Îmraliyê. -
Rapora Konseya Ewropayê: Li Tirkiyeyê êşkence zêde bû
Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê (MPKE) bi raporekê ragihand ku li Tirkiyeyê di binê çavan de û li girtîgehan êşkence û kiryarên xerab zêde bûne. -
Li Parîsê ji bo azadiya Abdullah Ocalan çalakî hat lidarxistin
Piştî meşa ku bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Evry ji bo azadiya Abdullah Ocalan hat lidarxistin, ji Îmraliyê re qert hatin şandin. -
37 meh in li ber NY’ê ne: Heta ku tecrîd bê şikandin em li qadan in
Di çalakiya meha 37’an a li pêşiya NY’ê ya li Cenevreyê de bang li rêveberiya PDK’ê kirin ku dawî li hevkariya xwe ya bi dagirkeran re bîne. -
Meşa dirêj a ji Parîsê ber bi Strasboûrgê di roja sêyemîn de ye
Meşa Dirêj a ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Parîsê destpê kir, li bajarê Lorîent ê Fransayê di roja sêyemîn de berdewam dike. -
Nobeta Azadiyê ya Strasboûrgê di hefteya 604’an de ye
Nobeta Azadiyê ku ji sala 2012’an û vir ve ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Strasboûrg ê Fransayê tê lidarxistin, di hefteya nû de ji aliyê komek ji herêma Dragûîgnan a Fransayê hat dewr girtin. -
Êrîşên dagirkeriyê li Zurîchê hatin şermezarkirin
Endamên TCŞ'ê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li bajarê Zurîchê bi çalakiyekê şermezar kirin. -
Kadrî Saka ji bo protestokirina daraza Elmanyayê di greva birçîbûnê de ye
Siyasetmedarê Kurd Kadrî Saka ku li Hambûrgê girtî ye, ji ber nêzîkatiya siyasî ya daraza Elmanyayê ev hefteyeke di greva birçîbûnê de ye. -
Hevseroka KCDK-E: Çawa em heta Romayê meşiyan em ê heta Kolnê jî bimeşin
Hevseroka KCDK-E Zubeyde Zumrut, ji bo meşa navendî ya li Kolnê bê lidarxistin ev bang kir: “Çawa ku di sala 99'an de em heta Romayê meşiyan, çawa ku gel însiyatîf girt ser xwe, divê dîsa li benda tu kesî nemîne." -
Zelal Zagros li Êrîvanê hate bibîranîn: Em li ser şopa Rêber Apo ne
Kurdistaniyan li paytexta Ermenistan Êrîvanê Zelal Zagros bi bîr anîn, berxwedana gerîla silav kirin û peyama, "Em ê têkoşîna şehîdên şoreşê û Rêber Apo bidomînin" dan. -
Endamên Yoûng Strûggleyê li dijî tecrîdê dest bi greva birçîbûnê dikin
Rêxistina ciwanan a sosyalîst Yoûng Strûggle li dijî tecrîda li Îmraliyê û binpêkirina mafên girtiyên nexweş, li Berlînê çalakiya greva birçîbûnê dide destpêkirin. -
Meşa Dirêj li Parîsê dewam dike
Meşa Dirêj ku bi daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li paytexta Fransa Parîsê destpê kir, bi çalakiyên cuda dewam dike.