BI DÎMEN

Li Stûttgartê bi deh hezaran kesî neo-nazî şermezar kirin

Li bajarê Stûttgartê yê Elmanyayê bi deh hezaran kes li dijî rastgirên tund û neo-naziyan daketin qadan.

Li bajarê Stûttgartê roja Şemiyê li djiî rastgiriya tund xwepêşandanek hate lidarxistin û li gorî polîsan 50 hezar kes tevlî bûn.

Ji sendîka, dêr, xebatkarên çandê, komeleyên karsazan, partiyên siyasî û klûban bi tifaqeke berfireh xwepêşandan hate lidarxistin.

Piştî ku civîneke neo-naziyan, rêveberên AfD'ê eşker bû, ku tê de dersînorkirina biyaniyan nîqaş kirin, li gelek bajaran xwepêşandan têne lidarxistin.

Di çalakiyê de dirûşma 'Stûttgart ji AfD'ê nefret dike' hate qîrîn û ji sendîkayan, koçberan, rêxistinên penaberiyê, hilberînerên çandê, aktîvîstên antîfa û Ciwanên Stûttgartê yên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Stûttgartê gelek kes tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de Kurdan alên YPG, YPJ, PYD, sembolên Rojava hildan.

Piştî mîtîngê nêzî 10 hezar kesî li Stûttgartê bi dirûşma "Şer li dijî faşîzmê" meşiyan.

Roja Înê li bajarê Hambûrgê jî xwepêşandanek li dijî rastgiriya tund hatibû kirin û li gorî polîsan 50 hezar kes, li gorî amadekaran jî 80 hezar kes tevlî bûn.