KON-MED'ê ji bo meşa li Kolnê banga tevlîbûnê kir
KON-MED'ê ji bo meşa navendî ya 17'ê Sibatê ya li bajarê Kolnê yê Elmanyayê banga tevlîbûnê kir, ku wê bi wesîleya salvegera 26'an a komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê bê lidarxistin.
KON-MED'ê ji bo meşa navendî ya 17'ê Sibatê ya li bajarê Kolnê yê Elmanyayê banga tevlîbûnê kir, ku wê bi wesîleya salvegera 26'an a komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê bê lidarxistin.
Konfederasyona Kurdistaniyên li Elmanyayê (KON-MED) têkildarî meşa navendî ya 17'ê Sibatê ya li bajarê Kolnê, ku wê bi wesîleya salvegera 26'an a komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê pêk were daxuyaniyek weşand.
Di destpêka daxuyaniyê de komploya 15'ê Sibatê ya navneteweyî, ku li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin û sîstema êşkenceyê ya li Îmraliyê hate şermezarkirin.
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Armanca sereke ya vê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd dewamkirin û kûrkirina polîtîkayên xitimandinê yên pirsgirêka Kurd e. Eşkere ye ku dewamkirina tecrîda li Îmraliyê êrîşeke li dijî hebûn û vîna Kurd a azad e û bi armanca temamkirina qirkirina Kurdan e."
KON-MED'ê ragihand ku hêzên komploger bi sîstema tecrîdê dixwazin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê bandor bihêlin, ji civakê qut bikin û got, "Lê belê Rêber Apo bi paradîgmaya neteweya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê, her wiha bi sîstema konfederalîzma demokratîk li hemberî hemû pirsgirêkên civakî, ku xwe dispêrin pergala desthilatdariya dewletparêz a serdest a mêr, çareserî pêşkeşî civakên bindest kir. Bi vî şêweyî Rêber Apo bû Rêberê Cîhanî û hêviya gelan."
Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, "Îro li çar aliyê cîhanê jin û gel bi dirûşma 'Jin jiyan azadî' li mafên xwe digerin. Têkoşîna azadiya Kurdistanê derketiye asta navneteweyî. Sîstemeke konfederal a demokratîk hatiye avakirin ku ne tenê Kurd hemû pêkhateyên din ên wek etnîkî û baweriyan jî xwe azadiya xwe di vê rêye de dibînin û beşdar bibin."
KON-MED'ê bi bîr xist ku zêdeyî 36 meh in ti agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê wergirtin û got, "Serlêdana hevdîtinê ya parêzer û malbata Rêbertî bi hincetên wekî 'cezayê dîsîplînê' tê redkirin. Ango tecrîda mutleq li ser vîna gelê Kurd tê ferzkirin. Rêberê Gelê Kurd herî dawî di 25'ê Adara 2021'ê de bi birayê xwe Mehmet Ocalan re bi telefonê axivî bû, lê axaftin qut bûbû.
Weke KON-MED em bang li CPT, Konseya Ewropa û Neteweyên Yekbûyî dikin ku demildest destwerdanê bikin û dawî li pergala êşkenceya Îmraliyê bînin û heyeteke lezgîn bişînin. Polîtîkaya tecrîdê polîtîkaya şer e û polîtîkaya ku bi armanca tasfiyekirina têkoşîna demokratîk a gelê Kurd e. Heta ku tecrîda li Îmraliyê neyê şikandin, gelê Kurd ji pençê qirkirinê rizgar nabe. Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd, demokratîkbûna Tirkiye û Rojhilata Navîn û bidawîkirina şer, divê Rebêr Apo azad bibe û bikaribe vê rol û ristê pêk bîne. Divê di serî de Federasyon, Meclîs û hemû pêkhateyê Me xwe bi awakî pispor û bi rêk û pêk wisa amade û organîze bikin ku yek kes û yek dost li erdê nemîne.
Em bang li Civaka Kurd her wiha hogirên gelê Kurd ên ku li Elmanyayê dikin. Li hember vê bêhiqûqiyê beşdarî meşa dîrokî a li bajarê Kolnê bibin. Divê neyê ji bîr kirin bê dengî mirin e, temaşekirin suc e."