Li bajarê Bremen ê Elmanyayê û Bordeaûx ê Fransayê li dijî êrîşên dewleta Tirk çalakî hatin lidarxistin.
BREMEN
Ji bo şermezarkirina êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, aktîvîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û ciwanên enternasyonalîst li bajarê Bremen ê Elmanyayê meşiyan.
Ciwan di saet 20.00’an de li Hûckîlrîede hatin ba hev û bi fîşekên hewayî meşiyan. Ciwanan flamayên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hildan û dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana gerîla”, “Bijî berxwedana zindanan”, “Bijî Rojava”, “Hoch die internationale Solidarität” berz kirin.
BORDEAÛX
Li bajarê Bordeaûx ê Fransayê Kurdistaniyên ku li stasyona trenê St. Jean’ê hatin ba hev, bi berzkirina dirûşmeyan meşiyan û sûcên şer ên dewleta Tirk teşhîr kirin.