Li Elmanyayê bi sed hezaran kes AfD’ê protesto kirin

Roja Şemiyê li gelemperiya Elmanyayê herî kêm 250 hezar kes daketin kolanan û partiya nîjadperest AfD’ê protesto kirin.

Hambûrg, Stûttgart û Frankfûrtê jî di nav de bi sed hezaran kes roja Şemiyê li gelek bajaran daketin kolanan.

Li gorî organîzatorên li Hambûrgeyê, ji bo parastina demokrasiyê li dijî AfD’ê 80 hezar kes xwepêşandaneke protestoyî pêk anîne. Bi heman rengî di xwepêşandana li Hannoverê de jî pankarta "Nazî derkevin derve" hat vekirin.

Li Braunschweîg, Erfurt, Kassel û gelek bajarên din ên biçûk jî xwepêşandan hatin lidar xistin.

Ji roja Înê heta êvara Yekşemê li nêzî 100 navendan banga xwepêşandanan hate kirin. Vê Yekşemê jî li paytext Berlînê xwepêşandaneke mezin tê plankirin.

Di nava kesên bang li wan tê kirin de siyasetmedar, serokên olî û antrenorên lîga futbolê ya Elman Bundesliga, komên çep û partî û tevgerên Kurd cih digirin.

Di 10’ê Çileyê de medyaya lêkolînê ya Elman Correctîv planên hin siyasetmedarên AfD'ê yên ji bo dersînorkirina koçberan ji Elmanyayê eşkere kiribû.

Gelek rayedarên siyasî jî di nav de Serokwezîrê Sosyal Demokrat Olaf Scholz, ku heftiya burî beşdarî xwepêşandanekê bû, destnîşan kir ku her planek ji bo dersînorkirina mirovên bi eslê xwe biyanî, êrîşa li dijî demokrasîyê ye.

Olaf Scholz ev bang kir, "Divê her kes ji bo aştiyê, aramiyê û ji bo Elmanya demokratîk bibe xwedî helwest."

Serokê partiya mûxafazakar CDU Frîedrîch Merz X daxuyaniyek da û got, "Gelekî teşwîq e ku bi hezaran kes li dijî ekstremîzmê bi rengekî aştiyane xwepêşandanê dikin."