BI DÎMEN

Ji Strasboûrgê ji bo Îmraliyê qert: Tu vîna me yî

Kurdistaniyên li Strasboûrgê ji bo kampanyaya "Ji Îmraliyê re 100 hezar qert" li hev civiyan û li ser sedan qertpostalan ji Rêberê Gelê Kurd re bi nivîsandina peyama "tu vîna me yî" nivîsîn û peyam dan dewleta Tirk.

Li ser banga Tevgera Jinên Kurd a Fransayê li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Strasboûrgê ya li bajarê Strasboûrg ê Fransayê civîneke gel hat lidarxistin. Endama TJK-F’ê Bîşeng Cûdî di civîna ku di şexsê şoreşgera jin a Kurd Feryal Silêman a li Kerkûkê hat qetilkirin de li ser navê şehîdên şoreşa Kurdistanê bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir de axivî, der barê rojeva Kurdistan û Ewropayê de agahî da.

Cûdî diyar kir ku Kurdan li dijî qirkirinê bi awayekî dîrokî têdikoşin û destnîşan kir ku gerîla û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li dijî vê yekê berxwedaneke mezin nîşan didin. Bîşeng Cûdî da zanîn ku gelê Kurd ji bo hebûn û tunebûnê têdikoşe û got: “Rêberê Gelê Kurd Ocalan, vîna gelê Kurd e. Rêberê me muxatabê çareseriya pirsgirêka Kurd e."

Bîşeng Cûdî diyar kir ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd divê azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê pêkanîn û got, gelê Kurd wê bi berfirehkirina têkoşînê bigihêje serkeftinê.

Cûdî bal kişand bi ser kampanyaya “Ji Îmraliyê re 100 hezar qert" û got: “Di sala 25'an a Komploya Navneteweyî de tecrît hîn girantir bûye. Ev 3 sal in tu agahî ji Rêbertî nayê stendin. Dixwazin gelê Kurd Rêbertiya xwe ji bîr bike. Lê belê xeta sor a gelê Kurd Rêbertî ye. Bi şandina qertan em diyar dikin ku vîna me Serok Apo ye û bêyî wî çareserî nabe. Em diyar dikin ku çareseriya pirsgirêka Kurd ne bi şer e, bi rêya Îmraliyê ye.”

Piştî daxuyaniyê, qertpostalên ku gotinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li ser azadiya jinan e ji aliyê kesên ku beşdarî civînê bûn hatin dagirtin. Di roja ewil a çalakiya qertpostalê de bi peyamên “Vîna me Ocalan e” ji Îmraliyê re qert hatin şandin.