Li Parîsê ji bo azadiya Abdullah Ocalan meşiyan

Gelek Kurdistaniyên ku li ber Şaredariya Corbeîl a Parîsê li hev civiyan, ji bo çareseriya pirsgirêkên ku xetimîne  daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin.

Kurdistaniyên ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û azadiya wî li ber Şaredariya Corbeîl a li herêma Île-de-France ya paytexta Fransa Parîsê hatin cem hev, heta istasyona trenê ya Corbeîlê meşiyan. 

Di meşa ku gelek kes lê amade bûn, dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana gerîla", "Bijî berxwedana zindanan" hatin berzkirin.

Çalakiya bi pêşengiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Evry û Tevgera Ciwanên Şoreşger li ber îstasyona trenê veguherî mîtîngê. Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên azadiya Kurdistanê axaftin hatin kirin.

Di axaftinan de ev tişt hatin gotin: "Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd de aktorekî girîng e, bêyî hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re aştî û aramî pêk neyê û tecrîda li ser bi dawî nebe, yek ji wan pirsgirêkan nîne ku di nava gelê Kurd de bûye girêhişk. Hemû pirsgirêk û nakokiyên hemû şerên li Rojhilata Navîn dikarin bên çareserkirin û hate gotin ku yekane perspektîfa çareseriyê jî fikrên demokratîk ên birêz Birêz Abdullah Ocalan tê."

Axaftin gelek caran bi dirûşmeyan hate qutkirin û hate destnîşankirin ku wê berxwedan mezintir bibe.