Kurdistanî û dostên wan li Swîsreyê bertek nîşanî êrîşên dewlata tirk dan.
Kurdistanî û dostên wan ên ku li ser banga Konseya Kurd a Demokratîk a Swîsreyê (CDK-S) û Tevgera Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) li qada Helvetiaplatz a Zurîhê hatin cem hev, ji bo şermezarkirina bomberdûmana binesaziyan û cihên sivîlan meş pêk anîn. Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin protestokirin.
Tevî Kurdistaniyan, endamên Yekîtiya Hêzên Şoreşger, Komîteya Piştevaniya Zurîh a Rojava û aktîvîstên Anarşîst Aufbau beşdarî çalakiyê bûn. Beriya meşê li Helvetîaplatzê daxuyanî hat dayîn.
Di çalakiya ku di şexsê jina Kurd a şoreşger Firyal Silêman Xalid de ku di 18’ê Çileyê de li Kerkûkê bi awayekî hovane hat qetilkirin, ji bo hemû şehîdan deqeyek rêz hat girtin. Hevseroka CDK-S Selma Sûrer di çalakiyê de axivî. Selma Sûrer diyar kir ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker li her qadê li dijî Kurdan dewam dikin û got, “Dewleta Tirk ne xwedî rûmetê ye. Bi êrîşên xwe sivîlan dikin hedef. Vî gelî heta niha serî netewandiye û ji niha û pê de jî serî natewîne. Divê em li hemberî her êrîşekê, ji kîjan partiyê be bila bibe, li ber xwe bidin û dengê xwe bilind bikin. Şoreşa Jinê ya Rojava hedef tê girtin. Çi dibe bila bibe em ê vê şoreşê wekî çavên xwe biparêzin. Bijî berxwedana gerîla, bijî bexwedana Rojava.”
Di axaftina li ser navê pêkhateyên anarşîst ên Swîsreyê de êrîşên li dijî Rojava hatin şermezarkirin û hate destnîşankirin ku dê hevgirtin hîn zêdetir bibe.
Li ser navê PYD'ê Zahîde Huseynî axivî û diyar kir ku ew ê tu carî li hemberî êrîşan serî netewînin û bertek nîşanî bêdengiyê da û got, “Emerîka û Rûsya ku hêzên xwe li herêmê bi cih kirine, divê êrîşên dewleta Tirk a dagirker rawestînin an jî herêmê biterikînin."
Zahîde Huseynî di berdewamiya axaftina xwe de got, “Hêzên li Rojava û Sûriyeyê li dijî êrîşên dagirkeriyê dengê xwe nakin. Ger li hemberî van êrîşan bêdeng bimînin wê demê tu wateya mayîna wan li wir tune ye. Divê dewleta Tirk çeteyên ku anîne û li Efrînê bi cih kirine, bên derxistin. Ji vir ez bangeke vekirî ji Rûsya û DYE’yê re dikim. Li dijî êrîşên li dijî Rojava divê gel biparêzin. Ger hûn wê nekin, wê demê tu wateya ku hûn li wir bimînin tuneye. Daxwazek min ji hemû Kurdan jî heye. Divê hûn li dijî van dagirkeran bibin yek. Em dikarin destê xwe bidin hev û van êrîşan rawestînin. Firyal Silêman li Kurdistanê hat qetilkirin. Divê hikûmeta Başûrvan êrîşan rawestîne. Ger wisa neke wê ev sûc di stûyê wan de be.”
Piştî axaftinan girse bi dirûşmeyan meşiya û kolana herî qelebalix a Zurîhê ji trafîkê re girt.
Di çalakiya ku ji aliyê Swîsreyan ve rastî eleqeyek mezin hat, timî dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana gerîla", "Bijî berxwedana Rojava" hatin berzkirin. Meş li qada Helvetîaplatzê bi dawî bû.