Kurdistaniyên li Lozanê li dijî êrîşên qirkirinê daketin qadan

Bertekên li hemberî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser sivîlan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Swîsreyê didomin.

Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Lozan ê Swîsreyê li hev civiyan, çalakiyek li dar xistin û xwestin êrîşên dewleta Tirk di zûtirîn demê de bên rawestandin. Li qada çalakiyê di çarçoveya kampanyaya “100 hezar Qert" ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Îmraliyê girtî ye qert bê şandin stand hate vekrin.

Kurdistanî û dostên wan li Qada St. Laurentê hatin cem hev û êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê protesto kirin. Nûnerên Partiya Karkerên Lozan (POP) û Partiya Sosyalîst (SP) piştgirî dan çalakiyê. Çalakî bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê destpê kir.

Hevseroka Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Lozanê Hatîce Kandal li vir axivî. Kandal bi silavkirina çalakiyên gerîlayên azadiyê yên di çarçoveya operasyonên şoreşgerî de pêk hatin dest bi axaftina xwe kir û bang li sazî û dewletên navneteweyî kir ku li dijî êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk ên li ser herêmên sivîl pêk tîne, têkevin nava liv û tevgerê.

Kandal got ku divê ev êrîş di çarçoveya sûcên li dijî mirovahiyê û şer bên nirxandin û banga hişyariyê li raya giştî ya navneteweyî kir.

Di çalakiyê de ku piştî axaftina Kandal metna çapemeniya Fransî hate xwendin. Serokê POP Lozanê Julîen Schwab li vir axivî û diyar kir ku ew bi gelê Kurd re di nava piştevaniyê de ne û li dijî êrîşên qirkirinê li cem têkoşîna gelê Kurd in.

Julîen Schwab ev tişt anî ziman: “Piştî bombebaranên vê dawiyê yên hêzên hewayî yên Tirkiyeyê li ser qadên jiyanê yên gelê Kurd, ez dixwazim ji we re bibêjim ku gelê Kurd careke din ji aliyê dewleta Tirk ve bi awayekî ku nayê qebûlkirin tê bombebarankirin. Navendên jiyanî yên weke nexweşxane, kargehên elektrîkê û cihên niştecihbûnê hatine armanckirin.”
Schwab diyar kir ku ev êrîş bi qasî êrîşên qirkirinê yên dewleta Îsraîlê yên li ser Xezeyê eşkere ye û wiha dewam kir: "Dixwazin jiyana bi sed hezaran sivîlên ku yekane armanca wan aştî ye, tevlîhev bikin. Gelê Kurd mîna Filistîn û gelek gelên cîhanê her roj rastî heqaret, tundî, êrîşan tên, lê ev gel her tim daxwazên aştî, hevgirtin û demokrasiyê tînin ziman.  Weke berê min gelek caran aniye ziman ku li ber we mafên mirovan ên ku ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve hatine qebûlkirin, dihêle ku em erka xwe, ango mafê çarenûsiya gelan li her derê û heta hetayê bi cih bînin. Heta ku li Kurdistanê çareseriya siyasî pêk neyê aştî jî pêk nayê. POP piştgiriyê de têkoşîna aştî û demokrasiyê yên hevrêyên me yên Kurd û hemû hevrêyên me yên cihanê. POP silavên biratî ji hevrêyên Kurd ên têkoşer re dişîne û ez wêrekiya wan a li hemberî bombeyên rejîma faşîst a hov a Erdogan silav dikim. Bijî Kurdistana Azad."

Piştî axaftinê çalakgerên ku her hefte serdana standê kirin, di çarçoveya pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” de tevlî kampanyaya ji bo Îmraliyê 100 hezar Qert bûn.