Endamên Parlamentoya Ewropayê: Çareserî bi azadiya Abdullah Ocalan pêkan e
Endamên Parlamentoya Ewropayê Lydîe Massard û Chrîs Macmanûs daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin.
Endamên Parlamentoya Ewropayê Lydîe Massard û Chrîs Macmanûs daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin.
Ji partiya Sînn Feîn a Îrlandayê endamê Parlamentoya Ewropayê Chrîs Macmanûs di Medya Haber Tv de ji Erem Kansoy re axivî û got: “Em dixwazin bibînin ku ji vê pirsgirêka ku ev demek dirêj e dewam dike re, çareseriyeke polîtîk pêk bê û gelê Kurd xwe bi xwe, xwe bi rê ve bibe. Ji bo vê yekê tişta ku destpêkê were kirin, şikandina tecrîda mutlaq a li ser Ocalan e û pêkanîna azadiya wî ye. Bi vî rengî wê ji gelê Kurd û Rojhilata Navîn re bi rola xwe ya aştiyeke demdirêj û bi garantî rabe.”
Chrîs Macmanûs wiha got: “Weke lîderekî polîtîk Ocalan divê bi gelê xwe re be, lewma divê demildest bê berdan. Destpêkê weke gava ewilî ji bo ku Ocalan tevgera Kurd bi rê ve bibe, ji bo aştiyê diyaloga polîtîk a pêwîst pêş bixe û bike ku gelê Kurd xwe bi xwe xwe bi rê ve bibe, divê demildest bê berdan. Azadiya Ocalan ji ber aştiyê divê bibe gava destpêkê û herî girîng.”
Endamê PE’yê Chrîs Macmanûs axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Peyama min ji hemû kesên ku dixwazin li herêmê aştî û aramî çêbibe re, ew e ku Ocalan berdin, gelê Kurd dixwaze Rêberê xwe li derve li gel xwe bibîne, bi vî rengî wê Ocalan bi gelê xwe re tişta ji bo aştiyê pêwîst pêk bîne. Mîna min gotî, beriya her tiştî em dixwazin azadiya Abdullah Ocalan bibînin.”
Endama PE’yê Lydîe Massard jî peyamên heman da. Lydîe Massard diyar kir ku bi mehan girtina mirovekî, malbata wî demek dirêj ji her cure peywendiyê bêpar hiştin, ji mafên mirovan re ne rêzdarî ye.
Massard got: “Weke endamên Parlamentoya Ewropayê wezîfeya me ew ku her mirovek ji mafên xwe yên bingehîn sûd bigire. Lewma îro em dibêjin ku divê Abdullah Ocalan jî ji mafên xwe sûd bigire. Divê bi malbata xwe re bikare peywendiyê çêke, ji wan re agahî bişîne. Divê malbat û hevalên Ocalan ji wî agahî bigirin.”
Lydîe Massard ragihand ku divê Ocalan bê azadkirin û ev tişt got: “Ti sedem nîne ku Ocalan li girtîgehê bê girtin. Divê em çareseriyeke siyasî ji şer re bibînin û ev çareseriya siyasî encex bi azadiya Ocalan pêkan e. Ji ber ku heta Ocalan azad nebe, wê ev rewş çareseriyeke mayînde asteng bike.”