Li Marsîlyayê ji bo Abdullah Ocalan stand hat vekirin

Di çarçoveya pêngava ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de li bajarê Marsîlya yê Fransayê çalakiyek standê hate lidarxistin.

Meclîsa Jinê ya Arîn Mîrkan a Marsîlyayê di çarçoveya pêngava azadiyê de li Veaux Port ku kolana herî qelebalix a Marsîlyayê stand vekir. Welatiyên derdorê eleqeyeke mezin nîşanî standê dan.

Di çarçoveya çalakiyê de belavokên ku balê dikişînin ser tecrîda girankirî ya 25 salan a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin, hatin belavkirin. Her wiha kampanyaya 100 hezar qertê yên di çarçoveya pêngavê de hatibû destpêkirin jî gelek Fransî hestên xwe bi nivîsandina nameyan anîn ziman.

Berdevka Meclîsa Jinan a Arîn Mîrkan Aysel Bîngol ku li standa agahdarkirinê bû ev tişt anî ziman: “Weke Meclîsa Jinan a Arîn Mîrkan me ev stand vekir. Rêberê me 25 sal in dîl girtine û sê sal in em ji Rêbertiya xwe agahî nagirin. Di çarçoveya kampanyayê de hedefa me şandina 2,500 qert in. Me heta niha hezar şandin. Xebatên me îro jî didome.”

Endama Meclîsa Jinan a Arîn Mîrkan Mukaddes Polat got; “Me ev stand ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê xwe vekir. Eleqe û eleqeya Fransiyan a li standê pir baş e. Em rewşa Rêbertî ji Fransiyan re rave dikin û gelek ji wan jî pê dizanin. Heta ku em agahiyê Rêbertiya xwe bigirin em ê çalakiyên xwe bidomînin. Em ê têkoşîna xwe bidomînin.”