Li Kiel û Freiburgê xwestin qada hewayî ya Rojava ji dagirkeran re bê girtin
Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li bajarên Kîel û Freîbûrgê hatin protestokirin.
Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li bajarên Kîel û Freîbûrgê hatin protestokirin.
Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Kîel ê Elmanyayê, ji bo şermezarkirina êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li Europlatz a navenda bajêr hatin cem hev.
Çalakiya protestoyî ya ku ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (DKTM) ve hat organîzekirin, bi tevlîbûna xurt a ciwan û jinan bal kişand.
Di çalakiya ku bi beşdariya dehan kesî hate lidarxistin de ji bo bîranîna şehîdên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hate girtin.
Di çalakiyê de hate xwestin ku qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji dewleta Tirk a êrîşî qadên civakê dike, bê girtin. Her wiha operasyonên şoreşgerî yên gerîlayên azadiya Kurdistanê ku li Zap, Metîna, Xakurkê li dijî dagirkeran lidarxistin, hatin silavkirin.
Di çalakiyê de timî dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana gerîla", "Bijî berxwedana Rojava" hatin berxkirin.
FREÎBURG
Li bajarê Freîbûrg ê Elmanyayê jî bi heman armancê bi beşdariya gelek kesan çalakiyek hate lidarxistin.
Di mîtînga ku li Qada Sînagogê hat lidarxistin de daxuyaniya têkildarî êrîşên dagirkeriyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat xwendin.
Di daxuyaniyê de hate gotin, “Artêşa çeteyên Erdogan bi êrîşa li ser Rojava xwest têkçûna li Herêmên Parastinê yên Medyayê veşêre.”
Mîtînga ku dirûşmên "Bijî Rojava", "Bijî YPG/YPJ", "Kujerê zarokan Erdogan" hatin berzkirin. Di dawiya çakaiyê de banga beşdarbûna çalakiya mezin a ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Kolnê bê lidarxistin, hate kirin.