ROJANE
Hemû Nûçe
-
Sancar: Rabûna li ber şer, bidawîkirina talanê ye
Hevserokê HDP'ê Mîthat Sancar diyar kir ku şer û xizanî yekser bi hev ve girêdayî ne û got, "Rabûna li ber şer wê dawî li talankirina aboriyê bîne." Sancar her wiha destnîşan kir ku li gel her tiştî jî HDP mezin dibe û bûye hêza diyarker. -
Daxwaza bila darizandina Bûldan were sekinandin, hate redkirin
Di rûniştina dozê de ya bi îddîaya ‘endama rêxistinê ye’ ya li hemberî Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan hatibû vekirin, heyeta dadgehê daxwaza ‘bila darizandina wê were sekinandin’ red kir. -
Malbata Şenyaşar: Civak dengê xwe rake ev zilm wê rabe
Ferît Yaşar ku li gel diya xwe di 'nobeta adaletê' de ye got, ''Heke civak dengê xwe rake ev zilm wê rabe.'' -
50 saziyên navnetewî: Turfent berdin
50 saziyên navnetewî yên çapemenî û azadiya derbirînê daxuyaniyeke hevpar dan ku rojnamevanê DÎHA'yê Nedîm Turfent were berdan. -
DKP/Bîrlîk, Ceren Guneş bi bîr anî
DKP/Bîrlîk, Ceren Guneş, endama Komîteya Navendî ku beriya 2 salan li Rojava di êrîşên dagirker ên dewleta Tirk de şehîd bûyî bi bîr anî. -
ROJEV 3'Ê MIJDARA 2021'Ê
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Însiyatîfa Zarokên Agir bîlançoya meha Cotmehê eşkere kir
Însiyatîfa Zarokên Agir bîlançoya çalakiyên li meha Cotmehê lidar xistin, eşere kir. Di meha Cotmehê de 13 fabrîqe, 7 atorlye, 6 cihên kar, 30 wesayît û bi kêmanî 72 cih şewitandine. -
Oneren: Ev şer ji bo paşeroja Qesrê ye
Seroka Giştî ya Partiya Şoreşger Elîf Torûn Oneren diyar kir, şerê ku bi budçeya ji xizanan li dijî Kurdan tê meşandin, ji bo paşeroja Qesrê ye. -
'Divê her kes li ber bêhiqûqiya li Îmraliyê rabe'
Hevserokê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan bal kişand ser cezayên kêfî yên mîna 'avêtina voltayê' yên li Îmraliyê û destnîşan kir ku divê her kes li ber tecrîd û bêhiqûqiya li Îmraliyê rabe. -
ROJEVA 2'Ê MIJDARA 2021'Ê
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Sefîrê Tirk ê Lubnanê ji ber hevpeyvîna Bayik gef li rojnamevanê El Neharê kir
Sefîrê dewleta Tirk a dagirker ê Lubnanê bi hêceta ku Rojnamevanê El Neharê Sarkis Kassargian bi Bayik re hevpeyvîn pêkaniye daxuyaniyek dabû û gef li Rojnamevan û rojnameyê xwaribû. -
Şandeya HDP’ê serdana rêveberiya girtîgehê kir
Şandeya HDP’ê ji bo girtiyên nexweş bi rêveberiya Girtîgeha Tîpa T a Îskenderûnê re civiya. -
Peyama HBDH'ê ya têkildarî '1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê'
Komîteya Rêveber a Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (HBDH) 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz kir û ji bo misogerkirina serketinên nû bang kir. -
HDP'ê Roja Kobanê ya Cîhanê silav kir
HDP'ê Roja Kobanê ya Cîhanê silav kir û got, "Li dijî gefên êrişên nû yên li ser gelên Kobanê û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê em ji cîhanê hêvî dikin ku heman hesasiyetê nîşan bide." -
Dewleta Tirk çi bi bombeyên CS kir?
OPCW'ê ji nedîtî ve hat ku artêşa Tirk bi koda 'MKE MOD 251' ji salên 1990'î heta 2010'an bibe xwedî bombeyên CS ên 120 mm'yî yên qedexekirî. Aqûbeta bombeyên ku dewleta Tirk lê mikur hat, nayê zanîn. -
ROJEVA 1'Ê MIJDARA 2021'Ê
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Li Mêrdînê leşkerên Tirk êşkence li Îbrahîm û Faîze Dînler kir
Li Mêrdînê leşkerên Tirk Îbrahîm û Faîze Dînler revandibûn. Derket holê ku êşkence li her du kesan hatiye kirin. -
Endamê Komîsyona Mafên Mirovan a Iraqê: Dewleta Tirk çekên qedexekirî bi kar anî
Endamê Komîsyona Mafên Mirovan a Parlamenta Iraqê Qûsaî Ebaas diyar kir ku dewleta Tirk çekên bi peymanên navneteweyî qedexekirî ne bi kar aniye û nerazîbûn nîşan da ku têkildarî vê mijarê lêpirsîneke navneteweyî nehatiye destpêkirin. -
Însiyatîfa Zarokên Agir 3 febrîqeyên 'faşîstan' şewitandin
Însiyatîfa Zarokên Agir ragihand ku li gelek bajaran 3 febrîqe, çar kargeh û gelek wesayitên 'faşîstan' şewitandine. -
Wergêriya Sondxwarî ya Kurdî bi rêvebernamayê tê astengkirin
Wergêrê Sondxwarî yê Kurdî Mehdî Tanrikulu, ku li Tirkiyê yê pêşî ye, ji ber şertên astengkar ên li Edliyê ji 2018'an û wir ve serlêdanên wî nayên qebûlkirin. Tanrikulu got armanc ew e ku wergeriya sondxwarî ya Kurdî asteng bikin. -
Hejmara Cotmehê ya rojnameya Serxwebûnê derket
Rojnameya Serxwebûnê ku 40 sal in bênavber tê weşandin, hejmara 478'an bi manşeta "Komplo, dagirkerî û xiyanet ji bo me hinceta têkoşînê ye" hate weşandin. -
Polîsên Elman şahiya ciwanan betal kir
Şahiya ciwanan ku wê li bajarê Hamburgê yê Elmanyayê bi pêşengiya TCŞ û TÊKO-JIN'ê bihata lidarxistin, ji aliyê polîsên Elman ve hate betalkirin. -
Hazal Karabey: Ciwan desthilatdariyê teşhîr dikin
Endama Meclîsa Ciwanan a HDP'ê Hazal Karabey anî ziman ku bi rêya kampanyayê wê li dijî narkotîkê têbikoşin û got, "Ciwantiyeke berxwedêr û têkoşer tê wateya hejandina desthilatdariyê." -
Tirkiye Konseya Ewropayê dixapîne
Sekretera Giştî ya OHD'ê Parêzer Rengîn Ergul diyar kir ku Tirkiye di mijara kiryarên derveyî mirovahiyê yên li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de Konseya Ewropayê dixapîne û got, wê mijarê bi mekanîzmayên cuda di rojevê de bihêlin. -
ROJEVA 31'Ê COTMEHA 2021'Ê
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.