Peyama HBDH'ê ya têkildarî '1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê'

Komîteya Rêveber a Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (HBDH) 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz kir û ji bo misogerkirina serketinên nû bang kir.

Komîteya Rêveber a HBDH'ê bi daxuyaniyekê 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz kir û got, "Berxwedan û serketina dîrokî ya 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê 7 sal li pey xwe hişt. 1'ê Mijdarê Roja Kobanê di serî de ji bo gelên Rojhilata Navîn ji bo tevahiya gelên cîhanê bûye hêvî. Ev roja dîrokî, îradeya parastina şoreşê û berxwedanê ye."

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Li dijî çeteyên DAÎŞ'ê yên barbar û kujer û li hemberî desthilatdariya Erdogan a piştevanê DAÎŞ'ê, gelê Kurd û şoreşgerên entrenasyonalîst bi berxwedanê bi ser ket. Di nava kavilên Kobanê de bûn afirînerên şoreşê, azadiyê û hêviyê."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku li dijî êrişên faşîst, rêxistiniya berxwedana topyekûn mezin bû û veguherî têkoşîna şoreşê ya yekbûyî û hate gotin, "Bi vî rengî faşîzm anî ber hilweşînê. Gel û şoreşgerên enternasyonalîst ên li Rojava li dijî dagirkerî û çeteyan li ber xwe didin, hêzên gerîla yên li çiyê li ber xwe didin, çalakiyên milîsan ên li bajaran mezin dibin û têkoşîna rewa ya gelên bindest û çîna karkeran, bûne nîşaneya têkoşîna şoreşa yekbûyî ya li dijî faşîzmê.

Serkertina Kobanê bi rêya van berxwedanan îro ji doh bêhtir bi xurtî hebûna xwe diparêze. Desthilatdariya AKP-MHP'ê ya faşîst niha dixwaze tişta ku çeteyên DAÎŞ'ê nekarî bike bi polîtîkaya dagirkerî û mêtingeriyê bike. Dixwze êrişên dagirkeriyê yên li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî mezin bike û şoreşa Rojava bifetisîne. Rêya pêşîgirtina li hilweşîna desthilatdariya faşîst di tasfiyekirina têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê de bi siyaseta şer û dagirkeriyê dibîne. Bi êrişên li ser têkoşîna jinan û çîna karker, êrişên qirkirinê yên li ser gelê Kurd, bikaranîna çekên kîmyewî li dijî gerîla hewl dide bi ser bikeve. Faşîzm li hemberî têkçûna xwe, êrişeke dagirkeriyê ji bo xwe weke neçariyê dibîne û careke din berê xwe daye xaka şoreşê.

Desthilatdariya Erdogan a faşîst di nava bêçaretiyê de geh diçe ber deriyê Rûsyayê geh ber deriyê DYE'yê û dixwaze dagirkeriyê bide qebûlkirin. Bi piştgirî yan jî bêdengiya hêzên navneteweyî hewl dide zemînê ji êrişên xwe re amade bike."

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku desthilatdariya faşîst piştgiriyê ji hêzên navneteweyî bigire jî, ya ku encamê diyar bike mîna Kobanê wê xeta şoreşger be û hate gotin,  "Di sala 7'an a 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê de wezîfe û berpirsyariya me hemûyan e ku pêngava seferberiya şoreşgerî ya misogerkirina azadiyê bi pêş ve bibin û dawî li desthilatdariya Erdogan a faşîst bînin."