Malbata Şenyaşar: Civak dengê xwe rake ev zilm wê rabe

Ferît Yaşar ku li gel diya xwe di 'nobeta adaletê' de ye got, ''Heke civak dengê xwe rake ev zilm wê rabe.''

Ferît Şenyaşar ê ku li gel diya xwe ev 8 meh in di ''Nobeta Edelatê'' de ye, têkilî çalakiya nobetê got, ''Ev 8 meh in em li vir in. Nexweşiya diya min her ku diçe lê giran dibe. Tişta ku bi serê diya min hatine ji bo mirovahiyê dersa mirovahiyê ye. Divê hinek dawî li vê nehiqûqiyê bînin. Zivistan tê. Êdî diya min nema dikare vê zilmê rake. Em civak heke dengê xwe rakin ev zilm wê rabe.''

Malbata Şenyaşar piştre li derenceyên edliyê dest bi çalakiya nobetê kir lê polîsan nehiştin ku li derenceyan çalakî were kirin, got li baxçe dikarin rûnin.