Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji sala 1999'an û vir ve li Girtîgeha Îmraliyê bi rengekî girankirî tecrîdkirî ye.
Di nava 23 salên derbasbûyî de parêzeran gelek caran serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) dan û DMME'yê jî bi biryarên xwe yên demên cuda xwest ku rejîma cezayê girankirî yê girtina heta bi hetayê yê têkildarî Abdullah Ocalan di ber çavan re derbas bikin.
Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ku karê wê lêkolînkirina bicihanîna biryaran e, ji Tirkiyeyê xwest ku di çarçoveya 'mafê hêviyê' de nexşeyekê amade bike.
Di nexşeya Tirkiyeyê de ya ku pêşkêşî Komîteya Wezîran kiriye gelek pirs hene. Sekretera Giştî ya Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) Parêzer Rengîn Ergul li ser mijarê ji ANF'ê re axivî.
Rengîn Ergul diyar kir ku beriya niha li Tirkiyeyê cezayê girtina heta bi hetayê tune bû, heta sala 2002'an cezayekî girtinê yê ku derfetên xwe yên berdana bi şert nebû, tune bû.
Rengîl Ergul bi bîr xist ku kesên ku cezayê darvekirinê jî li wan dihate berdan, ku hingî cezayê darvekirinê nedihate bicihanîn, piştî demekê dihate berdan.
Sekretera Giştî ya OHD'ê anî ziman ku piştî sala 1999'an dema Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate dîlgirtin, guhertinên di qanûnên ceza de hatin kirin, hemû li gorî pîvana 'gelo Ocalan wê karibe sûdê jê werbigire yan na' pêk hatin.
Rengîn Ergul bal kişand ser raporên meclîsê yên di dema rakirina cezayê îdamê de ku sala 2004'an hate rakirin û got, "Di nîqaşên wê demê de yên li meclîsê, Alîkarê Serokwezîr ê wê demê Mehmet Alî Şahîn û Wezîrê Edaletê têkildarî Ocalan gotin, 'Niha Ocalan 3 sal in girtî ye, piştî 33 salan wê bê berdan. Em dixwazin ku pêşî li berdana wî bigirin. Em dixwazin rêyên ku ew pê berdan hemûyan bigirin'.
Bi vî rengî di raporên meclîsê de hate nivîsandin. Di hevpeyvînekê de ya piştî salan jî ku hingî parlamenter bû wiha gotibû, 'Bi cezayê darvekirinê tu mirovekî carekê dikuje, lê bi cezayê girtina heta bi hetayê tu mirov her roj dikuje'."
Parêzer Rengîn Ergul diyar kir ku kesên cezayê girtina heta bi hetayê yê girankirî li wan hatiey birîn nikarin bi şert bêne berdan û destnîşan kir ku mînakê herî mezin ê vê yekê jî Ocalan e.
Rengîl Ergul bi bîr xist ku sala 2004'an piştî ku cezayê îdamê ji aliyê DMME'yê weke binpêkirina mafên mirovan hate pênasekirin, Tirkiyeyê vê carê di ser dosyayê re jinûve darizandina Ocalan kir û cezayê îdamê veguherand cezayê girtinê yê girankirî yê heta bi hetayê.
Rengîn Ergul bi bîr xist ku parêzerên Ocalan ev ceza jî bi ber destê DMME'yê û DMME'yê sala 2014'an cezayê girtinê yê heta bi hetayê yê girankirî weke binpêkirina xala 3'emîn a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê tespît kir û çar pîvan destnîşan kir.
Rengîn Ergul destnîşan kir ku ew van çar pîvanan weke 'mafê hêviyê' dinirxînin û got, "Bi gotina DMME'yê tê gotin; tu neçar e ku guhertinekê bike ku girtî rojekê karibe bê berdan.
Di pêkanînên xwe de tu yê vê yekê bi pratîkî bi cih bîne.
Weke pîvan jî tuyê li gorî ûsûlê nêzî mirovan bibe. Yanî tu yê mafê girtiyan misoger bike.
Tu yê mirovan tecrîd neke. Ev çar pîvan di hiqûqê de tê wateya pîvana mafê hêviyê. Lewma ji aliyê van çar pîvanan ve kêmasiyên Tirkiyeyê hene."
Di dewama axaftina xwe de Rengîn Ergul bal kişand ser saziya kontrolkirina van biryaran Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ku heftane û sê mehan carekê civînên xwe li dar dixe.
Rengîn Ergul anî ziman ku biryara têkildarî Ocalan ji sala 2014'an ve di rojeva komîteyê de ye, lê belê heta niha pêşketinek nîne û got, "Ji bilî vê yekê Tirkiyeyê sala 2015'an planeke çalakiyê pêşkêş kir. Di vê planê de Tirkiyeyê ji DMME'yê re got, 'Me biryara wa ya têkildarî binpêkirinê vegerand, me ji dadgehan re şand, em biryara we bi cih tînin'. Vegerandina biryarê nabe, divê tu qanûnê biguherîne. Heta ku vê neke hingî dadgeh biryarê bide jî wê careke din di hiqûqa Tirk de bixitime. Lewma parêzerên Abdullah Ocalan piştî sala 2015'an gelek caran serî li Pîvana Nehan da ku erkdar e û diyar kir ku Tirkiyeyê ji bo bicihanîna biryarê guhertin nekiriye, qanûn neguhertiye.Tirkiyeyê bersiv da vê agahdarkirinê û heman tişt dubare kir.
Di 27'ê Tîrmeha 2021'ê de OHD li gel ÎHD, Weqfa Lêkolînên Hiqûqê û Civakê û Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê du caran serî li Pîvana Nehan dan.
Li hemberî serlêdanên me yên agahdarkirinê Tirkiyeyê destpêkê di Îlona 2021'ê de bersiv da.
Di vê bersivê de jî hate ragihandin ku li Tirkiyeyê berdana bi şert ji aliyê teknîkî ve pêkane, lê belê hin îstîsna hene. Îstîsnayên ku qalê dikirin ji xwe ew îstîsna ne ku me jî danîn pêşiya Komîteya Wezîran û diyar kirin ku bi cih nayê anîn.
Tirkiyeyê di nîvê bersiva xwe de îdîa kir ku li Îmraliyê binpêkirin nîne û di vê mijarê de dikarin bala xwe bidin ser raporên CPT. Tirkiyeyê di vir de ji du aliyan ve hewl da bixapîne.
Ya yekemîn bi gotina pêkane ku berdana bi şert pêk were, xapand. Belê li Tirkiyeyê berdana bi şert pêkane, em nabêjin ku bi temamî nepêkane. Lê belê eger di çarçoveya sûcên TMK de cezayê girtina girankirî ya heta bi hetayê bê birîn, hingî ew mehkûm heta bimire jî wê li girtîgehê be. Ya duyemîn jî ew e ku di raporên CPT de li ser binpêkirina mafên mirovan a li Îmraliyê gelek caran tespît hatiye kirin."
Rengîn Ergul anî ziman ku têkildarî rewşê wan 2'ê Cotmehê agahdariyeke nû kirine û heta civîna dema bê ya komîteyê wê bi rê û rêbazên cuda vê mijarê di rojevê de bihêlin.