ROJEVA 2'Ê MIJDARA 2021'Ê

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Êrişên artêşa Tirk a dagirker û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

Hevserokê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan bal kişand ser cezayên kêfî yên mîna 'avêtina voltayê' yên li Îmraliyê û destnîşan kir ku divê her kes li ber tecrîd û bêhiqûqiya li Îmraliyê rabe.

Rojnamevan û çalakvanên siyasî bal kişandin ser asta rewşenbîrî û xwendina pirtûkan a li Başûrê Kurdistanê û got: "Wezareta Rewşenbîrî li ber asta rewşenbîrî û teşwîqkirina xwendinê xemsar e. Divê her kes girîngî bide asta xwendina pirtûkan."

Endamê Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Ozgur Zeydanoglû çeteya fûhûşê ya li Colemêrgê bi bîr xist û got, divê aliyên vê mijarê yên polîtîk bê dîtin; divê were zanîn ku weke rêbazeke şerê taybet tê bikaranîn.

Li Stuttgartê 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê bi meşekê hate pîrozkirin. Lê belê nêzîkatiya polîsên Elman a li çalakiyê ne kêmî ya polîsên Tirk bû.

Rojnameya Newaya Jin ku sala 2005'an dest bi weşanê kir, hejmara xwe ya 200'î çap kir. Di vê hejmarê de işaret bi polîtîkayên sîstema baviksalar ên qirkirina jin, civak û xwezayê hate kirin û têkoşîna jinan hate vegotin.

Şeva 18'ê Mijdarê û sibeha 19'ê Mijdarê wê heyv bê girtin.