ROJEV 3'Ê MIJDARA 2021'Ê
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.
Têkildarî êrişên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî, ji bo Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) biçe Herêmên Parastinê yên Medyayê û li cihê cih lêkolînê bike, wê îro li bajarê Den Haagê çalakiyeke girseyî li ber OPCW'ê pêk were.
Endamê Komîteya Perwerdeyê ya PKK'ê Mahîr Dogan bal kişand ser têkoşîna gerîla ku 6 meh in rejîma AKP-MHP'ê xitimandiye. Mahîr Dogan diyar kir ku Kîmyasal Tayyîp li ber ketinê ye û hişyarî da ku yên çarenûsa xwe bi wî ve girêdaye wê bikevin.
Li Qamişloyê Kurdên Misilman, Êzidî, Ereb, Suryan, Aşûr bi hev re tevlî şoreşê bûn. Pêkhateyên bajêr destnîşan dikin ku bi fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wan jiyaneke bi hev re afirandine.
Endezyar Nîdal Mihemed Mehmûd bi bîr xist ku dewleta Tirk avê weke çekekê bi kar tîne û destnîşan kir ku rêveberiya xweser li gel çareseriya demkî, hewldanên xwe yên ji bo çareserkirineke mayinde ya ava li Hesekê dewam dike.
Endamê Komîteya Navendî ya Komele Hesen Rehman Pena bal kişand ser kiryarên dewleta Tirk a dagirker ku serkêşiya wê dîktator Erdogan dike û got: "Ti ferq di navbera kiryarên Tirkiye li Kurdistanê û Sedam Husên ên li Iraqê nîne."
Hevseroka MED TUHAD-FED'ê Emîne Kaya anî ziman ku xwendina sirûda Tirk 'Îstîklal Marşi' li ser girtiyan tê ferzkirin, dema ku girtî li ber vê radibin, êşkence li wan tê kirin.
Nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl û pîşesaz Şemsettîn Bozkûrt ên li Wanê diyar kirin ku deklarasyona HDP'ê di 27'ê Îlonê de eşkere kir ji bo Tirkiyeyê girîng e û ji bo bicihanîna vê deklarasyonê jî banga piştevaniyê kirin.
Li Wanê di nava 10 mehan de cara duyemîn buhayê nan hate zêdekirin. Nanekî bi 250 gramî bû 1.80 lîre.
Li gorî lêkolîneke nû, ji qeşa Gronlandê di nava deh salan de zêdeyî 3.5 ton heliya ye û ev rewş rîska lehiyê ya li tevahiya cîhanê zêde dike.
Çavdêrên stêrkan ên li Şîliyê, ji bo peydakirina jiyanê li gerstêrkên din bi şev û roj ezmanan lêkolîn dikin. Her wiha li ser 'enerjiya tarî' dixebitin, ku tê texmînkirin ev hêza kozmîk gerdûnê fireh dike.