Ji ber daxuyaniyên çapemeniyê û çalakiyên ku tevlî wan bûye doz li Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan hatibû vekirin.
Bi îddîaya ‘endama rêxistinê ye’ derbarê Bûldan doz hatibû vekirin. Rûniştina 11’emîn a li derbarê Bûldan li Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ya 18’emîn hate kirin. Bûldan tevlî rûniştinê nebû.
Kenan Maçoglû yê ku parêzerê Bûldanê ye, biryara derbarê parlementerê HDP’ê Omer Farûk Gergerlîoglû bi bîr xist û got “Biryar gelekî eşkere ye û ji nîqaşkirinê re girtiye. Biryar diyar dike ku di qanûnan de valatiyek heye û nabe ku parlementerek were darizandin. Divê ev darizandin were sekinandin. Berevajî wê hûn ê sûc bikin.”
Heyeta dadgehê daxwaza parezêran a bila darizandin bisekine red kir û rûniştin taloqî 16’ê Sibata 2021’an kir.