Sefîrê Tirk ê Lubnanê ji ber hevpeyvîna Bayik gef li rojnamevanê El Neharê kir

Sefîrê dewleta Tirk a dagirker ê Lubnanê bi hêceta ku Rojnamevanê El Neharê Sarkis Kassargian bi Bayik re hevpeyvîn pêkaniye daxuyaniyek dabû û gef li Rojnamevan û rojnameyê xwaribû.

Rojnamevanê Rojnameya El Nehar a Lubnanî Sarkîs Kassargian li ser hesabê xwe yê Facebookê bersiv da daxuyaniya sefîrê Tirk ê li Lûbnanê Alî Bariş Ûlûsoy ku derbarê hevpeyvîna Kassargian a beriya niha bi çend rojan bi Hevserokê Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Cemîl Bayik re çêkiribû dabû û têde gotibû ku “berdevkiya  PKK’ê û propagandaya wê dike” û got; “Ew gefekî veşartî ya di çarçoveya têkdana têkiliya dost û biratî ya di navber Lubnan û Tirkiyê de ye.”

Kassargian di peyama xwe de bal kişande ser hevdîtinên rojnamevanên medyayên li Tirkiyê yên wek Mehmet Alî Bîrant ê ku salên 90’î bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bernameyek siyasî ya bi navê “32’mîn roj” çêkriribû û hevpeyvîna wî ya bi serokê Partiya Vatanê ya Tirkiyê Dogû Perînçek û wiha domand: “10 sal beriya niha jî heman rewş hebû; dewleta Tirk tawanên wek ‘ji devê rêxistina teror axaftin û peymanên veşartî çêkirin’ red dikir. Ne xwe ji bo serxistina namzetiya ji bo hilbijartinên serokkomartiya Tirkiyê ev propaganda dikir. Sefareta Tirkiyê çawa wê eşkere dike?”

Kassargian her wiha bibîr xist ku rojnamevanên Tirkiyê çend meh ji beriya niha bi serok çeteyê Heyet Tehrîr El Şam Ebû Muhammed El Colanî re hevpeyvîn çêkirin û ragihand: “Gelek rojnameyên navdar ên cîhanê yên wek BBC, Washîngton Post, Gûardian û hwd bi birêz Cemîl Bayik re hevpeyvîn çêkirine û gotarên wî weşandine, ez hêj behsa vê rastiyê nakim.”

Sarkîs Kassargian herî dawî destnîşan kir ku daxuyaniya sefîrê Tirk ê Lubnanê gefekî veşartî ya di çarçoveya têkdana têkiliya dost û biratî ya di navbera Lubnan û Tirkiyê de ye, di heman demê de berî her tiştî êrîşeke li hemberî medya Tirkiyê û wiha pêde çû: “Li şûna van tawanbarkirinên bê bingeh min dixwest ku bersivek têde hebe. Parastina cewher û wateya xebatê medya û rojnamevantî tiştek wisa ye ku pê serbilind dibim.”