Li Mêrdînê leşkerên Tirk êşkence li Îbrahîm û Faîze Dînler kir

Li Mêrdînê leşkerên Tirk Îbrahîm û Faîze Dînler revandibûn. Derket holê ku êşkence li her du kesan hatiye kirin.

Dema ku dewleta Tirk a dagirker di 22’ê Cotmehê de li herêma Omeriyan a Mêrdînê operasyoneke dagirker dabû destpêkirin, Îbrahîm (73) û Faîze (72) revandibûn. Ji ber bertekan leşker li xwe mikur hatibûn ku her du kes destgîr kirin.

Li ser serlêdana malbata Dînler Şaxa Mêrdînê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) çû serdana Îbrahîm û Faîze Dînler ên di nezaretê de ne.

Hevserokê Şaxa Mêrdînê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Feyzî Adsiz derbarê hevdîtinê ji Ajansa Mezopotamyayê re axivî.

Adsiz diyar kir ku Faîze û Îbrahîm Dînler nekarîne biaxivin û dema ku di nezaretê de bûne jî şîddet li wan hatiye kirin. Adsiz got “Dema ku şîddet li her du kesan tê kirin, diqîrin. Her du jî gelekî bi fikar bûn. Divê ev êşkence derkeve holê û faîl werin cezakirin. Divê jin û mêr sewqî nexweşxaneyeke mezin werin kirin.”