Şandeya HDP’ê serdana rêveberiya girtîgehê kir
Şandeya HDP’ê ji bo girtiyên nexweş bi rêveberiya Girtîgeha Tîpa T a Îskenderûnê re civiya.
Şandeya HDP’ê ji bo girtiyên nexweş bi rêveberiya Girtîgeha Tîpa T a Îskenderûnê re civiya.
Şandeya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) têkildarî girtiyên nexweş bi rêveberiya Girtîgeha Tîpa T a Îskenderûnê re civiya. Di nava şandeya HDP’ê de Parlementer Fatma Kurtulan, Tulay Hatîmogûllari û endama Komîsyona Hiqûqê ya HDP’ê Mehta Sert hebûn.
Şandeya HDP’ê di civînê de ji rêveberiya girtîgehê xwest ku Îsmaîl Tamboga, Siddik Guler û Bangîn Muahmmed, N.O û Ş.Y ên astengdar bên berdan.
Kûrtûlan destnîşan kir ku binpêkirinên tên kirin ji bo rêveberiya girtîgehê ragihandiye û got: “Li girtîgehê A.O yê li gel dayika xwe jî di girtîgehê de bû. Me bal kişand ser zarokê biçûk û 6 girtiyên nexweş, daxwaz ji wan kir ku tavilê dest bi dermankirina wan bê kirin. Pirsgirêkên tên jiyîn me bi rêveberiya girtîgehê re parve kir. Daxwaz ji wan kir ku girtiyên nexweş bên dermankirin û dawî li binpêkirinên mafan bên.”