Oneren: Ev şer ji bo paşeroja Qesrê ye

Seroka Giştî ya Partiya Şoreşger Elîf Torûn Oneren diyar kir, şerê ku bi budçeya ji xizanan li dijî Kurdan tê meşandin, ji bo paşeroja Qesrê ye.

Seroka Giştî ya Partiya Şoreşger Elîf Torûn Oneren ji ANF'ê re axivî û diyar kir, desthilatdariya AKP-MHP'ê ya ku ji bo şerê li dijî Kurdan tezkere bi meclîsê da qebûlkirin, ketiye pey derdê paşeroja xwe. Oneren destnîşan kir ku desthilatdarî nikare xwe li destketiyên gelê Kurd bigire.

Oneren got, "Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê ji bo paşeroja xwe li dijî gelê Kurd, gelên xizan, jin, karker, xwendekaran polîtîkayê dimeşîne. Desthilatdarî zane ku nikare li ser piyan bimîne. Em jî bi vê zanin, lê êdî desthilatdariyê jî ev fêhm kiriye. Ji ber vê yekê serî li her rê û rêbazê dide. Bi tezkereya ku ji bo du salan hatiye dirêjkirin û bi biryara şer re armanca herî mezin a Recep Tayyîp Erdogan êrişa li ser xaka Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê ya gelê Kurd e. Liv û tevgera leşkerî ya rojên dawî ya li bakurê Sûriyeyê vê yekê radixe pêş çavan. Ya rast du armancên Erdogan hene; ya yekemîn ew e ku şer bide pêş, kaosê biafirîne û bi vî rengî hebûna xwe dewam bike. Ya duyemîn jî îmaja xwe ya li qada navneteweyî bi rêya şer sererast bike."

'ZANIN KU WÊ BÊNE DARIZANDIN'

Oneren anî ziman ku bloka AKP-MHP'ê di heman demê de êrişê dibe ser xizan, karker, jin, xwendekar û sosyalîstan û got, "Bloka faşîst li dijî me şer ragihandiye. Em bi faşîzmê re rû bi rû ne. Polîtîkaya dagirkerî, neteweperestî û nijadperestiyê dimeşîne. Işaretê datînin ser deriyên Elewiyan, Kurdan û bi vî rengî polîtîkayên dema 12'ê Îlonê careke din nîşan didin. Êrişên faşîst her roj zêde dibin. Ev êriş ne ji ber hêza wan e, ji ber tirsa wan e, ji ber ku zanin wê bêne darizandin."

'BERDÊLA ŞER LI GEL FERZ DIKIN'

Oneren diyar kir ku tezkereya şer di dema hevdîtinên têkildarî budçeyê de hate pejirandin û got, "Me bi salan li qadan, li kolanan an jî di her daxuyaniyê de got 'Na ji şer re; bila budçe ji aştî û xizanan re be'. Şer tê wateya birçîbûn, sefalet û xizaniyê. Bi taybetî jî derba herî mezin li jin, zarok û karkeran tê xistin. Ev şer şerê me nîne. Ev şer ji aliyê qesrê ve li ser me tê ferzkirin, divê ev yek bê zanîn. Ev şer ji bo paşeroja Qesrê ye. Mîna her şerî ev şer jî bi pereyê gel tê kirin. Her fîşek, her tank ji budçeya me tê standin û pêşkêşî şer tê kirin. Mirovên ku mûçeyê kêmtirîn werdigirin jî niha di bin sînorê birçîbûnê de ne. Tenê ji bo xatirê ev desthilatdarî dewam bike, berdêlê li gelan ferz dikin. Em dixwazin budçe ne ji bo şer, lê ji bo aştiyê, ji bo gelê xizan bê veqetandin."

Seroka Giştî ya Partiya Şoreşger Elîf Torûn Oneren destnîşan kir ku ti dîktator nekariye bi polîtîkayên şer li ser piyan bimîne.