Însiyatîfa Zarokên Agir 3 febrîqeyên 'faşîstan' şewitandin
Însiyatîfa Zarokên Agir ragihand ku li gelek bajaran 3 febrîqe, çar kargeh û gelek wesayitên 'faşîstan' şewitandine.
Însiyatîfa Zarokên Agir ragihand ku li gelek bajaran 3 febrîqe, çar kargeh û gelek wesayitên 'faşîstan' şewitandine.
Di daxuyaniya însiyatîfê de hate gotin, "Ne li çiyê, ne li deştê ne jî li bajaran me serî li ber we netewand û em ê netewînin" û hate ragihandin ku wê "agir gurtir" bikin.
Li gorî daxuyaniyê 30'ê Cotmehê li Gazîosmanpaşa ya Stenbolê depoyeek hilberînê ya Febrîqeya Kozmetîk a Kanzûk a AKP'iyan, 29'ê Cotmehê li Esenyûrt a Stenbolê Febrîqeya Macro Ambalaj a AKP'iyan û febrîqeyeke li kêlekê, 28'ê Cotmehê li navçeya Bodrûmê ya Mûglayê wesayitek kesekî MHP'î û li Maltepe ya Stenbolê wesayita kesekî 'Dijminê Kurdan', 27'ê Cotmehê li navçeya Polatli ya Enqereyê 4 kargehên li termînala otobusan û gelek wesayitên 'faşîstan' hatin şewitandin.