ROJEVA 31'Ê COTMEHA 2021'Ê
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.
- Sekretera Giştî yıa OHD'ê Parêzer Rengîn Ergul diyar kir ku Tirkiye di mijara kiryarên derveyî mirovahiyê yên li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de Konseya Ewropayê dixapîne û got, wê mijarê bi mekanîzmayên cuda di rojevê de bihêlin.
- Endama Meclîsa Ciwanan a HDP'ê Hazal Karabey anî ziman ku bi rêya kampanyayê wê li dijî narkotîkê têbikoşin û got, "Ciwantiyeke berxwedêr û têkoşer tê wateya hejandina desthilatdariyê."
- Hejmara 478'an a rojnameya Serxwebûnê bi manşeta "Komplo, dagirkerî û xiyanet ji bo me hinceta têkoşînê ye" hate weşandin.
- Ji bo Reşît Çetînkaya (Rizgar Serhildan) û Mehmet Çevîk (Zerdeşt Sîser) ên li Serhed û Garzanê şehîd bûn, li bajarê Cenevreyê yê Swîsreyê çalakiya bîranînê hate lidarxistin.
- Şahiya ciwanan ku wê li bajarê Hamburgê yê Elmanyayê bi pêşengiya TCŞ û TÊKO-JIN'ê bihata lidarxistin, ji aliyê polîsên Elman ve hate betalkirin.