Wergêriya Sondxwarî ya Kurdî bi rêvebernamayê tê astengkirin

Wergêrê Sondxwarî yê Kurdî Mehdî Tanrikulu, ku li Tirkiyê yê pêşî ye, ji ber şertên astengkar ên li Edliyê ji 2018'an û wir ve serlêdanên wî nayên qebûlkirin. Tanrikulu got armanc ew e ku wergeriya sondxwarî ya Kurdî asteng bikin.

Bi Rêvebernameya, ''Li Gorî Qanûna Mihekemeya Cezayê ya Derheqê Diyarkirina Lîseya Wergerêran'' ku 2013'an hatiye danîn, Mehdî Tanrikulu ji sala 2018'an ve naxin lîsteya wergêran a lîsteya Edliyaya Çaglayanê.

Tanrikulu got sala 2007'an li Noteriya 1'ê ya Beyoglu bi ser ketiye ku bibe wergerê Kurdî yê sondxwarî.  Tanrikulu yê ku li Tirkiyê wergêrê pêşî yê sondxwarî ye got, ''Ji wê demê û heta niha bi qasî 50 girtekên min ên sondê çêbûn. Karê ku li fermiyetê çareser nebûbûn ketibûn ser hev. Rewşeke wiha ku dema ku min karê hin mirovan diqedand ez hêmbêz dikirim û digirîn. ''

Tanrikulu li gel wergêriyê weşangeriyê jî dike, bi sedema ku midûrê karê nivîsê yê rojnameya Azadiya Welat bû, li Dadgeha Cezayê ya 4'an hate darizandin, ji bo ku xwest bi Kurdî parastina xwe bike hate girtin û 2 mehan li girtîgehê ma. Tanrikulu diyar kir Tirkiye ji wê dozê li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropaye (DMME) ceza xwariye lê li gel vê jî Tirkiyê dev ji dijminatiya li Kurdî neqeriyaye.

Tanrikulu diyar kir bi rêvebernameya derheqê wergêrê ku sala 2013'an hatiye danîn, dema ku xwestiye ku bi Kurdî parastinê bike girtina wî sedem hatiye nîşandan û ji 2018'an û wir ve wî naxin nav lîsteya wergêran.

Tanrikulu xalên ''Li Gorî Qanûna Mihekemeya Cezayê ya Derheqê Diyarkirina Lîseya Wergerêran'' bi bîr xist û got,''Ev xal hewl didin ku li ser wergêran zextê bikin, wan têxin qalibekî. Şertên wiha hatine diyarkirin tu dibêjî qey endamên MÎT'ê distînin. Ji ber ku ti têkiliya wan xalan bi şertên wergêriyê re nînin.''

Tanrikulu bi berdewamî diyar kir ji ber vê rêvebernameyê sala 2019'an li Dadgeha Asliyê ya 13'an a Bakirkoyê ji bo ku wergêriya sondxwarî kiriye rûniştina dozê hatiye betalkirin. Tanrikulu got,''Bi hinceta ku min sonda wergerêriyê nexwariya û li gorî pergala UYAP'ê li lîsteya wergêrên pasîf hatime zêdekirin rûniştin hatiye betalkirin.''

Tanrikulu ê ku îsal jî ji bo bibe wergêrê sondxwarî serî li Edliyaya Çaglayanê daye, xwest ku rêvebernameya dijî mafê mirovan e were betalkirin û got armanca vê rêvebernameyê astengkirina wergêriya sondxwarî ya Kurdî ye.