ROJEVA 1'Ê MIJDARA 2021'Ê

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan li ser stratejiyên NATO, DYE û Ewropayê yên têkildarî êrişên dagirkeriyê û polîtîkaya 'Osmaniya Nû' û qirkirinê ya dewleta Tirk bersiv da pirsên me. Dûran Kalkan got, "Di bingeha polîtîkayên heyî de zîhniyet û siyaseta qirkirina Kurdan heye ku jê re pirsgirêka Kurd tê gotin. Ev jî polîtîkayeke gerdûnî ye. Ew xwediyê polîtîkaya qirkirinê ne."

OPCW'ê ji nedîtî ve hat ku artêşa Tirk bi koda 'MKE MOD 251' ji salên 1990'î heta 2010'an bibe xwedî bombeyên CS ên 120 mm'yî yên qedexekirî. Aqûbeta bombeyên ku dewleta Tirk lê mikur hat, nayê zanîn.

Ji fermandarên HPG'ê Doktor Bager Baran diyar kir ku dewleta Tirk varyantên cuda yên çekên kîmyewî li dijî hêzên gerîla bi kar tîne û got, ji bo tespîtkirina vê yekê amûr û derfetên wan ên pêwîst nîne. Bang li saziyên pêwendîdar kir ku li mijarê bikolin.

Hevserokê Nav-Berlînê Huseyîn Yilmaz ku tevlî pêvajoya avakirina Kobanê bû wiha got, "Li dijî şerê qirêj ku tê gotin, li dijî gelê me çekên kîmyewî tên bikaranîn, divê bi ruhê berxwedana Kobanê em tevbigerin."

Di destpêka civîna bilind a avhewayê de ya li Glasgowê, texmîna Rêxistina Hewayê ya Cîhanê ya ji bo sala 2021'ê hate weşandin. Li gorî vê yekê, bû yek ji heft salên herî germ ên cîhanê.

Zanyaran tespît kirin ku mêşên hingiv di dema gefa parazîtan de xwe ji hev vedigirtin, ku mirov di dema şewba Covid-19 de hewl didin vê yekê bikin.