Hazal Karabey: Ciwan desthilatdariyê teşhîr dikin

Endama Meclîsa Ciwanan a HDP'ê Hazal Karabey anî ziman ku bi rêya kampanyayê wê li dijî narkotîkê têbikoşin û got, "Ciwantiyeke berxwedêr û têkoşer tê wateya hejandina desthilatdariyê."

Endama Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Hazal Karabey li ser kampanya "Li dijî bikaranîna narkotîkê, em jiyana nû ava bikin" ya ku 10'ê Îlonê dane destpêkirin ji ANF'ê re axivî.

Hazal Karabey got, "Êrişên li ser nirxên me yên jiyanê rojane zêde dibin. Bi taybetî kapîtalîzm û netewe dewleta wê bêçandîtî, qutbûna ji nirxên exlaqî gihandiye asta herî bilind. Bi dûrxistina ji cewhera xwe, bi bêwatekirinê dixwaze ji nû ve koletiyê biafirîne. Ti civak nikare bi temamî ji holê bê rakirin. Lê belê bi dejenerekirinê, bi qutkirina ji çand û nirxên jiyanê dikare bê helandin û tunekirin. Bi polîtîkayên şerê taybet re niha ev yek tê pêkanîn."

Hazal Karabey anî ziman ku li Tirkiyeyê bi taybetî jî li bajarên Kurdan bikaranîna madeyên narkotîkê gelekî hatiye belavkirin û sedema vê jî ji bo têkbirina ciwanan e ku ciwan hêza çalak a civakê ye.

Hazal Karabey diyar kir ku bi navê Meclîsa Ciwanan a HDP'ê haya wan ji vê polîtîkaya şerê taybet heye, ji bo bala ciwan û tevahiya civakê bikişînin ser vê mijarê di 10'ê Îlonê de li Amedê dest bi kampanyayê kirin û bi rêya vê kampanyayê dixwazin polîtîkayên qirêj teşhîr bikin.

Hazal Karabey destnîşan kir ku ciwanên Kurd wê dest ji têkoşînê bernedin û got, "Têkoşîna azadiyê ya Kurd di heman demê de bi ruhê ciwanan mezin dibe û bi pêş ve diçe. Ciwanên Kurd li dijî êrişên li ser ziman, nasname û çanda xwe, li dora vê rêxistiniyê mezin dibin, kom dibin. Xwedî ruhekî welê ye ku li gel zext û zilmê jî ti carî ji têkoşînê venagerin. Ji bo ev ruhê ciwanên Kurd bê tunekirin gelek rê û rêbaz hatin ceribandin. Êşkence, zext, destgîrkirin ji bo tepisandina ciwanan hatin kirin. Armanca van polîtîkayan jî tasfiyekirina têkoşîna azadiyê bû. Ji ber vê yekê mezinbûna ciwanan ku pêşengên têkoşîna azadiyê ya Kurd e bûye tirsa dilê desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê. Ciwanên Kurd niha li her devera ku lê ne polîtîkayên desthilatdariyê yên li dijî ciwanan teşhîr dikin. Serî natewînin, lewma jî dixwazin ciwanên Kurd têk bibin. Ciwanên ku li ber xwe didin û têdikoşin desthilatdariyê dihejînin."

Hazal Karabey diyar kir ku kampanya wan ne tenê li dijî bikaranîna madeyên narkotîkê ye, di heman demê de ew karên çandî jî dimeşînin û van karên çandî û zimanê dayikê li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê dikin.

Hazar Karabey herî dawî bang li ciwanên Kurd kir ku xwe bi rêxistin bikin û got, "Ciwan divê têbikoşin. Kampanya me banga ji bo jiyana nû, ji bo bedewiyê, ji bo jiyaneke exlaqî ye. Li dijî bikaranîna madeyên narkotîkê, em jiyaneke nû ava bikin."