Endamê Komîsyona Mafên Mirovan a Parlamenta Iraqê Qûsaî Ebaas ji RojNewsê re axivî û got, "Tirkan bi hinceta ewlekariya xwe ya neteweyî çekên bi qanûnên navneteweyî qedexekirî li bakurê Iraqê bi kar anîn."
Ebaas got, "Me jî ji meqamên pêwendîdar gelek caran xwest ku di vê mijarê de lêpirsîna navneteweyî bê destpêkirin, lê mixabin tiştek nebû."
Ebaas ragihand ku hem Hewlêr hem jî Bexda li hemberî çalakiyên dewleta Tirk bêdeng in û destnîşan kir ku bikaranîna çekên qedexekirî, "metirsîdar e."
Ebaas diyar kir ku têkildarî sûcên Tirkiyeyê li Herêma Kurdistanê kiriye divê hîn bêhtir agahî bi raya giştî re bêne parvekirin û got, "Hem Hewlêr hem jî Bexda, li pêşberî van çalakiyên dewleta Tirk ên her roj dibin sedema felaketên mezin bêdeng dimînin."
Hiqûqnasê Iraqî Hesen Selman jî li ser heman mijarê ji RojNewsê re axivî û got, "Li gorî nûçeyên navneteweyî û medya cîhanê, dewleta Tirk ji Gulanê û vir ve dest bi bikaranîna çekên kîmyewî kir. Haya hikumeta Iraqê ji vê rewşê heye."
Selman bang li rêxistinên mafên mirovan û saziyên pêwendîdar ên li Iraqê kir ku bûyerê li cih lêkolîn bikin.