ROJANE
Hemû Nûçe
-
ROJEVA 23'Ê SIBATA 2022'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Xwendekaran êrîşên nîjadperestî şermezar kir
Xwendekaran êrîşa nîjadperest a li hemberî xwendekarên Kurd a li Zanîngeha Akdenîzê şermezar kir û diyar kirin ku dê li ber xwe bidin. -
Li Zanîngeha Akdenizê li dijî xwendekarên Kurd êrîşa nîjdadperestî
Li Zanîngeha Akdenîzê ya Antalyayê komeke nîjadperest êrîş bir ser 3 xwendekarên Kurd. -
'Divê Tûglûk û hemû girtiyên nexweş serbest werin berdan'
Rêxistinên saziyên sivîl ên li Mêrdînê hatin cem hev, ji bo Aysel Tûglûk a li girtîgehê bi nexweşiyê ketiye, daxuyanî dan û gotin: "Divê Aysel Tûglûk û hemû girtiyên nexweş serbest werin berdan.“ -
Rapora Girtîgeha Îmraliyê: Pergala li Îmraliyê rejîma êşkenceyê ye -NÛ BÛ
Buroya Hiqûqê ya Sedsalê li ser Îmraliyê raporek amade kir û bal kişand ser rêjîma êşkenceyê ya li Îmraliyê. Buroyê got, "Bi Birêz Ocalan re diyalog bê kirin wê bêhn bê ber tevahiya civakê." -
Parêzerên Abdullah Ocalan daxwaza hevdîtinê kirin
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo karibin muwekîlê xwe bibînin serlêdaneke nû li du saziyan kir. -
Hevserokên Turgutlu yên HDP'ê hatin girtin
Hevseokên navçeya Turgutlu yên HDP'ê Mesût Hayrî Boku û Naîle Gumuştaş hatin girtin. -
ROJEVA 22'Ê SIBATA 2022'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Karkerên Yemeksepetiyê: Tirsîn tune, berxwedan heye
Karkerên Yemeksepetiyê (Selika Xwarinê) di roja 21. a berxwedana xwe de li Beşîktaşê dirûşmeya “Tirsîn tune, berxwedan heye!” qêr kirin. -
Çalakiya malbatên girtiyan didome: Bila tecrîda li girtîgeha Îmraliyê bi dawî bibe
Nobeta Edalet ya malbatên girtiyan ên li Amed, Wan û Îzmîrê didome. Di nobetan de peyama “Edalet ji bo her kesî pêwîst e” hat dayin û hat xwestin tecrîda li girtîgeha Îmraliyê bê rakirin. -
Olûç: Herî zêde di pêvajoya AKP’ê de saziyên Kurdî hatin girtin
Serokwekîlê Koma HDP’ê Sarûhan Olûç bal kişande ser pêknaînên AKP-MHP’ê yên li dijî zimanê Kurdî. Olûç her wiha îşaret bi hilweşîna aborî kir û got, “Em bi rewşeke pir nebaş re rû bi rû ne.” -
Cezayê girtîgehê yê li Demîrtaş hate birîn, hate erêkirin
3 sal û 6 meh cezayê girtîgehê yê ku li Selahattîn Demîrtaş hatiye birîn, hate erêkirin. -
Malbatan li pêşiya girtîgehê bal kişandin ser greva birçîbûnê
Malbatên girtiyan li pêşiya Girtîgeha Tekîrdagê ji bo girtiyên di greva birçîbûnê de kom bûn. Di çalakiyê de hate diyarkirin li girtîgehan êşkence û tacîz heye. -
KON-MED: Xwedîderketina li zimanê dayikê berpirsyariya dîrokî ye
KON-MED'ê bang kir, ku ne tenê di vê roja salê de, di hemû rojên salê de hîn bêhtir xwedî li ziman û çanda Kurdî derkevin û bi pêş ve bibin. -
Însiyatîfa Zarokên Agir 3 wesayit şewitandin
Însiyatîfa Zarokên Agir ragihand ku li Tekîrdag û Mûglayê 3 wesayitên "faşîstan" şewitandine. -
ROJEVA 21'Ê SIBATA 2022'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Karkerên Mîgrosê ên li ber xwe dan bi serketin
Karkerên depoyê yên Mîgrosê ku ji ber meaşê kêm û derxistina ji kar bi rojan e li ber xwe dan, bi serkeftinê bi serketin. -
Li Stenbolê şahiyên zimanê Kurdî
Komeleya Lêkolînên Kurdî, Tora Ziman û Çanda Kurdî û HDP’ê di çarçoveya Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de li 3 navçeyên Stenbolê şahiyên zimanê Kurdî lidarxistin. -
Bûldan: Li pişt êrîşên li dijî HDP'ê hikûmet heye
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan a ku çû serdana Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Yuregirê ya ku rojên borî rastî êrîşên nîjadperestî hat û got: “Li pişt vê êrîşê yên ku Komkujiya Roboskî kirine hene. " -
Akar û Barzanî li ser mijara PKK’ê li Munîhê civiyabûn
Wezîrê Parastinê yê Millî yê Tirk Hûlûsî Akar destnîşan kir ku li Mûnîhê di civînên cuda cuda yên li gel Serokê Herêma Kurdistanê û Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî de li ser mijara PKK’ê axivîne. -
Bûldan: Dem hatiye em bi hev re bi pêş ve biçin
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan li kongreya partiya xwe ya rêxistina Mersînê axivî û got, "Dem ew dem e ku em bi hev re bimeşin û mil bi mil bi pêş ve biçin." -
Li Tirkiyeyê di nava mehekê de herî kêm 111 karker mirin
Meclîsa Ewlekariya Kar û Tenduristiyê ya Karkeran (ÎSÎG) ragihand ku di nava meha Çileyê de herî kêm 111 karkeran di komkujiyên kar de jiyana xwe ji dest dan. -
Temellî: Em ne li benda vexwendinê bûn
Parlamenterê HDP'ê Sezaî Temellî anî ziman ku ew ne li benda vexwendina HDP'ê ya ji bo civîna 6 partiyên muxalefetê bûn û ragihand, her tifaq xwedî nexşeyeke rê û pîvanan e. -
ROJEVA 20'Ê SIBATA 2022'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
‘Berdan tên astengkirin, girtiyên nexweş dimirin!’
Di çalakiyên ji bo girtiyên nexweş hatin lidarxistin de hat destnîşankirin ku bi astengkirina serbest berdana girtiyên nexweş wana terkê mirinê dikin.