Karkerên Yemeksepetiyê: Tirsîn tune, berxwedan heye
Karkerên Yemeksepetiyê (Selika Xwarinê) di roja 21. a berxwedana xwe de li Beşîktaşê dirûşmeya “Tirsîn tune, berxwedan heye!” qêr kirin.
Karkerên Yemeksepetiyê (Selika Xwarinê) di roja 21. a berxwedana xwe de li Beşîktaşê dirûşmeya “Tirsîn tune, berxwedan heye!” qêr kirin.
Karkerên Yemeksepetî yên ku 21 roj in li dijî ferzkirina xizanî û heqdestan cîhazên pê kar dikin sekinandine û leza kar xistine, li Qada Barbaros a Beşîktaşê xwepêşandanek li dar xistin.
Di çalakiya bi pêşengiya Sendîkaya Nakliyat-Îş Ûmût-Sen û TEHÎS’ê de bê navber dirûşmeyên, “Tirsîn tune, berxwedan heye”, “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin” û “Em kedkar in, mafdar in, em ê bi ser bikevin" hatin berzkirin.
Axaftina destpêkê li ser navê karkeran Berdevka TEHÎS’ê Kubilay Çelîk kir. Çelîk anî ziman têkoşîna wan a ku 21 roj in dewam dike têkoşîna nan, şeref û rûmetê ye û got, “Gelo ji bilî têkoşîna nan em tiştekî din dikin? Çima polîs û TOMA datînin pêşiya me? Ji ber ku ew ji me ditirsin. Ew dizanin ku ger kûryeyên Yemeksepetiyê bi ser bikevin, wê hemû motorkûrye rabin ser piyan. Weke motorkûryeyan têkoşîna me têkoşîna yekîtî û kedê ye û heya bi serkeftinê em ê gav paşde navêjin."
Karkerê Yemeksepetiyê ku di çalakiyê de axivî, diyar kir ku 21 roj in ew li ber xwe didin, lê nikarin muxatabekê jî bibînin. Karkerê ku nerazîbûn nîşanî vê rewşê da wiha axafivî, "Ne midûr û ne jî rêveberê jor tu carî serî li me nedane. Negotin ku wê şert û mercên me baş bibin. Her tim bi astengiyan hewl didin me ji kar derxînin. Bi mobbîng û zextên psîkolojîk em ji karê xwe hez dikin û di zivistan, baran û heriyê de bi mişteriyên xwe dikenin."
Piştî çalakiyê karkerên li motosîkletên xwe siwar bûn konvoyek ava kirin û peyama berdewamkirina têkoşînê dan.