Bûldan: Dem hatiye em bi hev re bi pêş ve biçin

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan li kongreya partiya xwe ya rêxistina Mersînê axivî û got, "Dem ew dem e ku em bi hev re bimeşin û mil bi mil bi pêş ve biçin."

Hevseroka HDP'ê Pervîn Bûldan beşdarî kongrya 4'emîn a rêxistina HDP'ê ya Mersînê bû ku bi dirûşma "Dem dema HDP'ê ye" hate lidarxistin.

Endamên Partiya Rizgariyê ya Jinûve Sosyalîst (SYKP), Meclîsa Dayikên Aştiyê, nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl û partiyên siyasî beşdarî kongreyê bûn.

Di kongreyê de ku zêdeyî hezar kes lê amade bûn, destpêkê Hevserokê HDP'ê yê Mersînê Mehmet Aliş axivî û diyar kir ku li dijî desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê wê paşve gavê neavêjin, wê hêviyê mezintir bikin û bi ser bikevin.

Piştre Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan axivî û diyar kir ku fikrê HDP'ê azadî û wekhevî ye.

YEKANE ASTENGIYA LI PÊŞIYA WAN, HDP YE

Bûldan got, "Ji ber ku HDP guliyeke ku mirov karibe xwe pê bigire, lê belê di heman demê de kokeke qewîne ku ti carî nekeve. Di nava siyaseta Tirkiyeyê de adresa çareseriyê ye."

Bûldan anî ziman, ku armanca desthilatdariyê "tarîtî, zilm û zalimtî ye" û wiha dewam kir, "Wan sîstemeke tarî ya înkar û tunekirinê danîn pêşiya civaka Tirkiyeyê. Em baş zanin ku astengiya herî mezin a li pêşiya wan, HDP ye. Eşkere ye ku yekane sedema êrişa wan a li dijî me ev e."

HESABÊ ŞAŞ WÊ JI AMED, BOTANÊ VEGERE

Bûldan ragihand ku Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan êdî nikare salonan dagire, li hemberî vê yekê jî bal kişand ser qelebalixiya li dora HDP'ê dicive û got, "Ne tenê li kongreyên me, bêguman em niha di meha Adarê de ne. Bila di 8'ê Adarê, 21'ê Adarê de li qadan binerin. Di 8'ê Adarê de bila bala xwe bidin ser kombûnên jinan. Wê bibînin ku gelo hêza HDP'ê maye yan nemaye? Bila ew xewn û xeyalan bibînin, ji wan hebû ku HDP partiyeke welê ye ku zû dest jê bikere, bitepise û karibe deriyê partiyê bigirin. Wê matmayî bimînin. Gotin ku HDP bi zext, gef û êrişan wê nikaribe siyasetê bike. Hesabekî şaş kirin, lê hîn jî hesabên şaş dikin. Hesabê şaş ne ji Bexdayê, lê ji Mersîn, Amed, Êlih, Dersim, Botanê vedigere, em bi hev re dibînin."

DOZÊN KÛMPASÊ, ÊRIŞÊN LI SER HDP'Ê

Bûldan diyar kir ku dozên kûmpasê ji ber hêza HDP'ê ya di hilbijartinan de ye û got, "Dozên kûmpasê yên siyasî danîn ber me, hem jî ji bo girtina HDP'ê helwesteke hevpar nîşan dan. Dozgerê van herdu dozan AKP û MHP ye. Gelê me divê vê baş zanibe. Eger hûn diwêrin, hingî ne bi dozên kûmpasê, lê bi siyasetê li hemberî me rabin."

Bûldan êrişên li ser avahiyên HDP'ê bi bîr xist û got, "Em hemû zanin ku ev êriş ji ku derê tên, ji aliyê kê ve tê kirin. Li vî welatî çete bi serbestî digerin, mafya digerin, DAÎŞ'î digerin, rêxistinên sûc digerin; em baş zanin ku çakaniya êrişên li ser rêxistinên bajêr ên partiya me ji aliyê kê ve tê kirin."

HÛN ÇI DIKIN BIKIN...

Bûldan bi gotina "Hûn çi dikin bikin, hûn ê nikaribin bi ser bikevin" ji desthilatdariyê re axivî û got, "Kenan Evrenê we, Tansû Çîller a we nekarîn bi ser bixînin, hûn ê jî nikaribin bi ser bixînin. Ya ku hûn dixwazin bikin Tirkiye, parlament û siyaseteke bêyî HDP'ê ye, lê hûn ê di xewna xwe de jî nikaribin pêk bînin."

ZALIMTIYEKE MEZIN

Bûldan li ser krîza aboriyê jî axivî û got, "Li nava çavên civaka Tirkiyeyê hêvî nehiştin. Li Tirkiyeyê niha zemên herî bilind, fatûreyên herî zêde hene. Dibe ku di dîrokê de cara yekemîn tiştekî bi vî rengî çêbû; ev yek jî di dema desthilatdariya AKP-MHP'ê de pêk hat. Ev şerm têra we dike; hûn bi vê şermê bijîn."

DEM DEMA MEŞA BI HEV RE YE

Bûldan got, "Bêguman ev rewş ji aliyê dîroka Tirkiyeyê ve zalimtiyeke mezin e" û wiha dewam kir, "Niha dem dema meşa bi hev re ye, dem ew dem e ku bi hev re bi pêş ve biçin. Derd û daxwazeke vê desthilatdariyê ji bo çareserkirina pirsgirêk û krîzên Tirkiyeyê nîne."

BÊYÎ KURDAN, HDP Û ÎMRALIYÊ ÇARESERÎ NABE

Di dawiya axaftina xwe de Bûldan got, "Em dinerin ku pirsgirêk li naverastê ne. Yek ji pirsgirêkên herî mezin ên vî welatî pirsgirêka Kurd e, ku desthilatdarî hewl dide bi tecrîd û înkarê çareser bike. Dixwazim destnîşan bikim ku pirsgirêka Kurd hîn jî dewam dike. Pirsgirêka Kurd ne pirsgirêkeke welê ye ku bi tecrîdê bê çareserkirin. Di serî de li Girtîgeha Îmraliyê li gelek girtîgehan tecrîd û bêhiqûqî heye. Lê belê ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê divê Kurd, HDP muxatab bê dîtin. Dixwazim careke din bi bîr bixînim ku bêyî Kurdan û HDP'ê, bêyî Îmraliyê ev pirsgirêk nayê çareserkirin, divê her kes bi vê zanibe."

Di dawiya kongreyê de hilbijartin hate kirin û Bedriye Kûş û Hoşyar Sariyildiz ji bo Hevserokatiya HDP'ê ya Mersînê hatin hilbijartin.