ROJEVA 21'Ê SIBATA 2022'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrişên dagirker ên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên li ser mijarê wê werin şopandin.

- Endama Koordînasyona KJK'ê Hêvî Nûda got, "Bi nêzîkbûna 8'ê Adarê re em hîn bêhtir bi hev re xurt in. Em jin hîn bêhtir xwedî hişmendî amûr û tecrûbeya têkoşînê ne."

- Komîteya Perwerdeyê ya KCK'ê Roja Zimanê Dayikê pîroz kir û got, "Divê em xwendin û nivîsandina bi Kurdî weke çalakiya bingehîn a parastina zimanê dayikê bibînin û li her derê têkoşîna ji bo misogerkirina perwerdeya zimanê dayikê bi xurtî bimeşînin."

- Hevseroka Komeleya Lêkolînên Kurdî Remziya Alparslan anî ziman ku li gel dorpêçî û zextê jî Kurdî têkoşîneke mezin dimeşîne û ji bo bi pêş ve biçe, divê li nava jiyanê bi bandor be.

- Hevserokê Şaxê Wanê yê Egîtîm Senê Mûrat Atabay anî ziman ku divê Kurdî bi destûra bingehîn bê misogerkirin, astengiyên li pêşiyê bên rakirin û bibe zimanê perwerdeyê.

- Gulê Cafer ku beriya 34 salan dest bi têkoşînê kir, diyar kir ku weke jineke Kurd û Êzidî bi fikrên Abdullah Ocalan û bi saya PKK'ê xwe nas kiriye û got, "Mîna ku berê winda bûbûm û min xwe ji nû ve dît."

- Bi wesîleya 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê wê li Kurdistanê çalakî bên lidarxistin, daxuyanî bên dayin.