Xwendekaran êrîşên nîjadperestî şermezar kir
Xwendekaran êrîşa nîjadperest a li hemberî xwendekarên Kurd a li Zanîngeha Akdenîzê şermezar kir û diyar kirin ku dê li ber xwe bidin.
Xwendekaran êrîşa nîjadperest a li hemberî xwendekarên Kurd a li Zanîngeha Akdenîzê şermezar kir û diyar kirin ku dê li ber xwe bidin.
Xwendekarên Zanîngeha Akdenîzê yên ji bo xwendekarên Kurd ku li nav Kampusa Zanîngeha Akdenîzê bi êrîşa komeke nîjadperest (30 kes) re rû bi rû man, êrîşê protesto kirin. Xwendekaran li Çarşiya Olbîayê ya di nav Zanîngeha Akdenîzê de daxuyanî da û diyar kirin ku komên nîjadperest bi rihetî li nav kampusê digerin û polîs tu tiştî nakin. Xwendekaran destnîşan kir ku dê li ber hemû êrîşên nîjadperest li ber xwe bidin.
Piştî daxuyaniyê xwendekaran li nav kampusê meşek li dar xist û dirûşmeyên wekî "Akdenîz goristan ji bo faşîstan" berz kirin.