Komîsyona Mafên Mirovan a Baroya Mêrdînê, Navenda Mafên Jinan a Baroya Mêrdînê, Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD), Odeya Tabîban a Mêrdînê, Odeya Diranan a Mêrdînê, Komîsyona Şopandina Girtîgeha Mêrdînê, Platforma Jinan a Şahmaran, Platforma Şaxên Konfederasyona Sendîkayên Karkeran (KESK) ya Mêrdînê û Yekîtiya Sendîkaya Mîmar û Endezyarên Tirkiyeyê (TMMOB) Şaxa Mêrdînê der barê Aysel Tûglûk a ku li girtîgehê bi nexweşiyê ketiye daxuyanî dan çapemeniyê.
Daxuyanî li ber avahiya Baroya Mêrdînê hat dayîn û rêveberên saziyan tevlî daxuyaniyê bûn. Li ser navê saziyan daxuyanî ji aliyê alîkarê Serokê Baroya Mêrdînê Rûşen Bînbaş ve hat xwendin.
‘JI DERVEYÎ ZANÎST Û HIQÛQÊ BIRYARAN DIDIN‘
Bînbaş anî ziman ku Aysel Tûglûk ji sala 2016’an û vir de di girtîgehê de tê girtin û diyar kir ku di raprên tenduristiyê yên der barê Tûglûk de hatin amadekirin de, nexweşiyê wê sabît e. Bînbaş diyar kir ku nexweşiya Tûglûk bi awayekî kronîk pêşketiye û nikare bi tena serê xwe di girtîgehê de bijî. Bînbaş diyar kir ku rapora Saziya Tiba Edlî (ATK) ya ku hatiye amadekirin ku Tugluk bêyî muayene û çavdêrî dikare di girtîgehê de bimîne li dijî hiqûq û wijdanê ye. Bînbaş anî ziman ku ji tenduristiya Tûglûk destpêkê Wezareta Dadê û hemû saziyên eleqeder berpirsyarin.
‘DIVÊ GIRTIYÊN NEXWEŞ WERIN BERDAN‘
Bînbaş destnîşan kir ku li tevahiya girtîgehên Tirkiyeyê pirsgirêkên giran ên tenduristiyê û binpêkirinên mafan hene û wiha pê de çû: “Li girtîgehan mirinên li pey hev çêdibin, sewqî nexweşxaneyan nayên kirin, girtiyên nexweş hem nayên berdan û hem jî şert û mercên guncaw ên dermankirinê nayên peydakirin. Divê rayedar bi erka xwe ya ji bo parastina rûmeta mirov, jiyan û tenduristiya mirovan demildest tevbigerin. Li gorî daxwaza xwe ya edaletê ya ji bo girtiyên nexweş, em daxwaza xwe ya ji bo berdana Aysel Tûglûk û hemû girtiyên nexweş dubare dikin.“
Daxuyanî bi dirûşmeya “Rûmeta mirovahiyê wê îşkenceyê têk bibe“ bi dawî bû.