Temellî: Em ne li benda vexwendinê bûn
Parlamenterê HDP'ê Sezaî Temellî anî ziman ku ew ne li benda vexwendina HDP'ê ya ji bo civîna 6 partiyên muxalefetê bûn û ragihand, her tifaq xwedî nexşeyeke rê û pîvanan e.
Parlamenterê HDP'ê Sezaî Temellî anî ziman ku ew ne li benda vexwendina HDP'ê ya ji bo civîna 6 partiyên muxalefetê bûn û ragihand, her tifaq xwedî nexşeyeke rê û pîvanan e.
Sezaî Temellî destnîşan kir ku ji bo gavên girîng ber bi demokrasiyê ve bêne avêtin, her tim derfet hene û got, HDP siyaseteke welê dimeşîne ku ji bo paşerojê hêviyê dide mirovan.
Parlamenterê Wanê yê ji Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî kombûna lîderên 6 partiyên muxalefetê û girîngiya HDP'ê ya di demokratîkbûna Tirkiyeyê de ji ANF'ê re axivî.
Temellî bal kişand ser karê Tifaqa Demokrasiyê yê HDP'ê û got, "Lewma di navbera vê tifaqê û herdu tifaqên din de ji aliyê nexşeya rê û stratejiyê ve, bi taybetî di mijara pîvanan de cudahiyên girîng hene. Gelek mirov nerazîbûnê nîşan didin bê çima HDP nehatiye vexwendin. Ez normal dibînim ku nehatiye vexwendin. Ji xwe daxwazeke me ya bi vî rengî jî tune ye."
BI TIFAQA DEMOKRASIYÊ BER BI MECLÎSÊ VE
Temellî destnîşan kir ku ji xwe wê bi Tifaqa Demokrasiyê bi rengekî xurt li hilbijartinên parlamentê vegerin û divê gumana kesî ji vê yekê tune be. Temelî wiha dewam kir, "Hilbijartina Serokkomariyê hilbijartineke cuda ye. Di vê hilbijartinê de bêguman yên di nava tifaqan û li derveyî tifaqan e, li dijî desthilatdariya heyî wê bi hev re pêngava herî girîng bikin. Ji bo alîgirên demokrasî, aştî, çareseriya meseleya Kurd û bidawîkirina xizaniyê; karê sereke ye ku li dijî tundî û zilma desthilatdariya heyî helwesteke hevpar nîşan bidin. Pêvajo wê nîşan bide ku em ê karibin vê bi ser bixînin yan na. Naxwe eger em li meseleya hebûna li dora maseyê bialiqin, em ê hingî karê xwe yê esasî ji bîr bikin."
EM LI PEY ÇARESERIYEKE YEKBÛYÎ NE
Li gorî Temellî, yekane rêya demokratîkbûna Tirkiyeyê, çareserkirina pirsgirêkên heyî û rizgariya ji vê zexta faşîst, rêya HDP'ê ye û got, "Siyaseta ku HDP'ê heta niha kiriye, têkoşîna ku meşandiye di serî de meseleya Kurd ji bo çareseriya yekbûyî ya hemû pirsgirêkan e. Lewma bêyî HDP'ê nabe. Di vir de mesele tevlîhevkirina mijarên sereke ye. Di rewşeke niha de pêşketin nabe. Karên ku Tifaqa Mîllet li qada xwe ya siyasî bike û karên ku Tifaqa Demokrasiyê li qada xwe bike û muxafeleteke xurt biafirîne, wê tevkariyê li veguherîna Tirkiyeyê bike. Kombûna li dora heman maseyê nayê wateya çareseriya her tiştî. Ji aliyê stratejîk ve em xwedî wê derfetê ne ku ji bo demokratîkbûnê gavên gelekî girîng biavêjin."
HDP LI HEMBERÎ MANEWRAYÊN SIYASÎ XWEDÎ TECRÛBE YE
Parlamenter Temellî ragihand ku HDP li hemberî tatkîkên demên hilbijartinê û manewrayên siyasî xwedî tecrûbe ye û got, "Têkoşîna ku em bi dehan sal in dimeşînin vê yekê bi zelalî nîşan dide ku li Tirkiyeyê ya ku hêviyê dide gelan, kedkar û jinan, ya ku rêya rizgariya ji rewşa heyî nîşan dide HDP ye. Êdî jinedîtî hatina vê yekê nabe. Eger wê li ser siberojê axaftin bê kirin, HDP'ê ji zûdeyî cihê xwe di nav de girtiye. Ya girîng ew e ku muxalefeta siyasî û civakî vê rastiyê tavilê fêhm bike. Li şûna nêzîkbûna li gorî taktîkên hilbijartinê li HDP'ê, divê rêyên kombûna li dora polîtîkayên veguherîna Tirkiyeyê peyda bikin."
REWATIYA DESTHILATDARIYÊ NEMAYE
Temellî destnîşan kir ku pêwîstiya Tirkiyeyê bi Tifaqa Demokrasiyê ya rasteqîn heye û bi vî rengî qala pêwîstiya gelan a bi vê tifaqê û stratejiya rêya 3'emîn a partiya xwe kir: "Em neçar in ku êdî pêşî li Erdogan û vê rêveçûnê bigirin. Ji ber ku gelên Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn ev yek êdî bi zelalî dîtine; bi sîstema ku jê re Sîstema Hikumetê ya Serokkomariyê tê gotin, nabe ku pêşketin çêbibe. Çareseriya pirsgirêkan li aliyekî, pirsgirêk hemû girantir dibin û pirsgirêkên nû rû didin. Dema ku mirov bala xw edidin ser meseleya Sûriyeyê, bûyerên li Başûr diqewimin, meseleya penaberan, krîza enerjiyê, krîza avhewayê, krîza aborî û krîzên mîna wan hemûyan, dibînin ku yê ev krîz afirandiye û xwe jê xwedî dike desthilatdarî ye. Ji girtîgehan heta bi her qadên jiyanê tundî li her kesî tê kirin. Di nava atmosfereke wiha giran a tundî û xizaniyê de êdî piştgirî ji desthilatdariya heyî re nemaye. Rewatiya desthilatdariyê nemaye. Wê demê divê bê guhertin. Mirov zanin ku êdî bi vî rengî nabe. Di vir de ya ku ji bo paşerojê hêviyê dide mirovan HDP ye."